A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Ey Dila (Saqîyê Mehweş)
791 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Ey Dila (Saqîyê Mehweş)

Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr
Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr
Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn
Ji meqamî kî behîştî ji sedayê Tenibûr

Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz
Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr
Perdeyê zulmetê eşxalê cihanê bi dirrîn
Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr

Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin
Nexlê ¤¤Mazaxe¤¤ ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr
Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haşa!
Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr.

Mey û me’şûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr
Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr
Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan
Semerî xweştir ewin, bûn bi heramî meşihûr

Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket
Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr
Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê
Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr

şêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad
Li miradê dilê murde dibîtin keşfê qubûr
Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a
Ne bi çeşmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr

îşqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz
şem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr
şebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa
Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr

Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin
Bike qelbê me tu saqî ji şeraba xwe tehûr
Da bikem keşfê meqamatê ulûwwê derecat
Ya bikem keşfê keramatê ji dara mensûr