A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Ey Dil
1935 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Ey Dil

Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf

Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf

Meşqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet
Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf

Aşiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket
Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf

Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî
Aşiqê îşqîbazekî, bendî diket belayê zulf

Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan
Xencer û şîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf

Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran
Serxoş û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf

Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan
Serxoş û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf

şêx û mirîd û salikan, şah û feqîr û malikan
Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf

Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e
Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf

Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî
Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf

Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û şaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf
( derde, ji destê tayê zulf )