A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Ewwel Biriqî
431 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Ewwel Biriqî

Ewwel biriqî ji husnê sermed
Nurek buye me’neya Muhammed
Ew nur bi emrê ‘alîm-ul xeyb
Bu menşeê feyzê ‘alema xeyb
Erwah ji me’neya pêxember
çêbun mesela nebat û şeker
Bu eslê esîl û cumle nefsan
Nefsa su’eda û nefsê nehsan

Hêja ne ev zemîn ne ev sema bu
Ew serwer ê cumle enbiya bu
Xelqa felekan ji bo wî ra bu
Secda melekan ji bo wî ra bu
Ew rehmet-î cumle ‘alem în bu
Adem di meyan-i ma û tîn bu
Pêxember ê cemî’ê cuz û kull bu
Adem bi xwe hêj av û gil bu
Ew pencereya cemalê Barî
şemsa feleka dilê di tharî
Gava kete suretê cîhanî
Pêxemberê axîrî-z zemanî
Wî berzex ê mumkînat û wacib
Wî padîşahê li şiklê hacib
Mensuxî kirin wî dîn û millet
Me’lul-î kirin ‘elîl û ‘illet

‘îsa dema dixwendî incîl
Behsa Wî dikir bi wehy û tenzîl
Go “Mujde didim Resulê Emced
Dê paşê mi bê bi navê Ahmed”
De’wa xwe dikir bi dest û ezman
Destê Wî bi seyf û dev bi Quran
Xweşxîlqet e, hem resul e hem mîr
Pir hîkmet e, hem kîtab e, hem şîr

Ey padîşahê bilindepaye
Xurşid ê felek nişîn û saye
Ne’tê te bi ‘ilmê min muhal e
Meddah ji bo te zul celal e
Ez dê çi bibêjim ey şehînşah
Wessafê te ye kelam ê Allah
şaha, ji te ra xweş îsm e Yasîn
Taha, ji te ra tilism e Ta-sîn
Her ev e bes e ey hebîbê muxtar
Barî ji te ra bi jî te sond xwar
Sed car bijî te ey keremkar
Ger dê me hebin guneh du sed bar
Sed mertebe gerçî em xirab in
Emma ji te na-umîdî nabin
Ferhengok: Sermed: Ebedî. ‘alîm-ul xeyb: zanayê xeybê Ellah. Menşe: jêderk, kok. Erwah: Ruh temam. Su’eda: bextewar û se’îd. Nehsan: Bêyom, bêbext. Sema: Asîman. Xelq: Afirandin, heyat dayîn. Ma: av. Tîn: herî. Cuz: Yek. Kull: Giş, Hemû. Gil: herî. Barî: Nav ê Allah Te’ala. axîrî-z zemanî: zemanê dawîn, ê paşî. hacîb: perde. Mensux: bethal. Xurşid: ro, thav. Saye: sî. Ne’t: pesn. Meddah: pesndar. Emced: mezin. şîr: şur. Ezman: ziman