A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Erşê Muella
450 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Erşê Muella

Ey ayîne ê dil bi Cemala Te mucella
Sed sefhe bi yek zerre ji nûra Te mutella

insan, Te ji bo alemê Kubra kire nusxe
Lew mudxeyekî jê Tu dikî Erşê muella

Wehdet bi heseb kisretê e’yanê mezahir
Her so bi sifatan diketin keşfê tecella

Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne xelaîq
Kafîr, ji senem bûne bi navê Te tesella

Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê Xanî
Ez xeyrê berî şud, be Ti awerdî tewella