A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Dilê Şeyda
1603 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Dilê Şeyda

Dîsan dilê şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir
Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira şehbazî kir

Meyla wî mehza hîkmet e, şeyda wî enqa şîret e
Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir

Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit
Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir

şeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes
Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir

Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê
Fikrîme şekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir

şeklê mecazî çendek e, şeyda heqîqî werdek e
Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir

Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin
şunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir

şunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil
Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir
Şîrove
Şervan Bekir
28-12-2022, 00:19:12
Ehmedê xanî di vê helbestê de qala êşên dilê xwe dike da ku bi kalbûnê ew êş xemiland,wiha dişibîne bi teyrê baz dema ku bi lez dide pey nêçîrê, her wiha vê eşqê( meraqa dil) ji xweda ye û janê wî wek teyrê dilovan û efsanewî ku mirov pend dike, ku ew êş şiband wek teyrê xwedî vîn û hêz, lewma daxwaza xwe bi cih anî , ew teyr rastî her kesî nayê, lê ew dikare berê xwe bide kesê laxwaz, ku serdana mîrekî jî bike, nabe ew kes rihet rakeve, tu care ji êşê re nedît, lewma dunya lê zehmet û teng bû,ji jiyaneke bê aramî û rihetî êşa nalîna wî bi zimanekî biyanî şiband, êdî ta sibehê ew nalîna bi deng wek şahî û govendê derbas bû, di wan kêliyan de dikeve xeyalên ciwanî û xortbûna xwe, ku laş ne ewqas kal e, lê ji êşên mezin wisa xuya dike, ew jan weke ku teyr deeyayan derbas dike, laşê wî jî wiha kir û beden bû mîna laşekî bi xwînê dorpêçkirî, ew ji teyrê êşê wê dîn û har bibe û êdî çav jî derdor nebînin, ku hêsirên çavan wek bazekî xwe berdidin ser dil, li dawî ew teyr ji Xanî re dibêje: Xanî ! bi va hatin û gera min , te ez bi fedîbûn û şibandinê şayes kirim.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?