A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Derê Xemha
1210 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Derê Xemha

Ey derê xemha li tenha ew li şemsa xawerê
Xan û man têk da zulumat paşî wê dêmenwerê
Piştî lêvê wê venaxim mutleq Ava Kewserê
Min nevêt dinya bi carek paşî wê sîmaperî
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê

Sed muxabin û ji ba min ew hebîba çavbelek
Ah û efxanê di min daim dîçûn hetta felek
Mam di qeyda dax û derdan paşîi wê zulfa xelek
Hem ji feryadê di min aciz dibûn ins û melek
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê

Hicreta yarê biha tim şibhê finda şû’ledar
Ket’me halê îhtîraqê, j’îftîraqê bûme nar
Ez wicûdek bê wicûd im, suhtime têk da xubar
Min nevê dinya bi carek paşê wî çavê xumar
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê

Ger di hîna ez wefat bim, betê ser min Ezraîl
Mujdeya Xuldê bidit min hem di gel wî Cebraîl
Xudr û îlyas tev bibîtin ew ji bo min ra delîl
Dê bibêjim, “Min nevêtin Xuld û Kewser, Selsebil”
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê

çerxê kecreftare waweyla ku ez heyran kirim
Serfiraz bûm ez welêkin zêde sergerden kirim
Bê dil û bê eqil û bê huş û bê îz’an kirim
Paş ku wê bêmurwetê ev renge ez talan kirim
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê

Zinhar ey dostan! Weqtê bikim ez hîcretê
Van du misraan kîtabet kim li belgê kaxetê
Da bi destê xwe bikêşim ew di hîna hezretê
Wesfê halê xwe bibêjim ez di wextê hicretê
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê

Xaniya, ev herzegoyî w xeta û nasewab
Ji wê mehrûmî dibî ey bêedeb, ey bêhîcab
Ev qezayê Barî ye, razî bibe, ey malxerab
“înna lîllah” tu bibêje j ite re her ew sewab
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê çi bikim, pê wer bikim xagusterê