A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Ronîar - Liqat
101 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Ronîar - Liqat

Min ji xwe re manzeret liqat dikirin
Ji xeyalan welat
Fîşargoyê min ji xwe hebûn
Piştî tu çûyî
Monologiya min jî, dest pê kir
û
Bê navber mirovên kêm dibin hene
Hundirên wan bi kolanên ji min ne biyan û vala
tijîbûne
Tu zanî?
Vê navberê hemû masiyên ku min ew ji akvaryuman
naskirine
Li deryayan dipirsin

(ii) / (ii)
Ez herdem / di temenê hezkirina te de 4322794
33 peyvên ji devên min diketin
Êdî xwe bi xwe zêde dibin
34, 35, 36 û 37…
û hîn pirtir dibin
û te hîn pirtir dikin

(iv) / (i)
Tu dizanî çi qas êvar hene ez di wan de
Bê te mame?
Haammûûûûûûûû êvarên bihurîn
û hamû êvarên ku di hatina xwe de dereng mane
Xwedêyooooo!!!
Piştî mirina xwe ez dixwazim li ser xwe bigrîm
Bi ser êşandina êşa xwe de bitemirim
û herim
şînaryaaaa!!!
Ji min re kulmek çavên xwe bîne
Êdî!
Nema dikarim bêriya te bikim…

(v) / (i)
Ez te gişî dixwim
çavên min ên reş
Di nav çavên te yên şîn de dizên
Di rûyê xwe de / sebra rûyê te tînim
Êş im
û diêşim
Evînan difiroşim xwe
û qederan dikirim ji xwe re
şînarya! (qe)dera min!
Min kulm bi kulm
Tu di hundirê xwe de tijî kiriyî
Êdî nemirim!
Nema dimrim!
Stêrka min ya sêzdehan mar
û selawatek e her maçek piştî iro
Axxxxx!!!!!!!!!!!
Bi zikrê ketime ji selawatan
Min negrin
Êdî!
Ez jî kurê Meryemê me
Ez jî!!!
Wahiyên ji min re tên dinivîsînim
Peyvên ewilîn
Her dereke te
Ayetek e ji min re

(v) / (ii)
Di jiyana min a seksuwel de
Temaşekirina mirina min heye
Lê hertim jî
Hema berî orgazmê dimirim
Hema jixweber dimirim

(viii)
şinarya!
Ji meytê min re kefenekî "sor" dirûtin
Ew qasî li min hat
Ew qasî pê xweşik bûm
Careke din
Min dil nekir ku ji xwe bikim…

(i)/(i)
Her barana rê dibariya li ser
Ez li serdimeşiyam
Bajar diwestiya
Aciz im -aciz bûmeJi
acizî min DNA` yên xwe derxistîne
Dihejmêrim
Yek, dudu, sisê, çar...
û hîn jî dihejmêrim hîn jî aciz im
Pênç, şeş, heft....
Ji acizî…
Baran dibariya
Ji acizî
Wê jî çilapekên xwe dihejmartin
Heşt, neh, deh...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê