A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Zerdeştê Biharê
351 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Zerdeştê Biharê

(Bo Zekiye Alkan)


Şev şîna şîn dike...
Hedan hêviyê hîn dike.
Bahoz buharê bîn dike.

1
Şeva bê kelek,
Tu,
Pêlek ji Birca Belek,
Û
Pitepita bayê felek.

Gulên çavhar
di porê te de, derizîn.
Movikên çaxê,
poşmaniya qonaxê,
nexşeyên deyaxê,
di seqema xewnê de, lerizîn..
Tu,
biyaniya şor,
azadiya zuha,
bazdana reha,
Û
bitavekirina meha,
ji fîkefîka xwînê, dipengizîn.
Çavên bêkevok
bêgezo û bîhok.
Agirê pîr..
Agirê ku ji qudûm dikeve..
Agirê ku di cejnê de,
di pêçeka her du lêvên te de,
radikeve..

3
Girî li ser dara sibehê,
rojhilat û toza gunehê,
çiyayên geş, mîna şîniyê,
çirên vemirî, mîna xweşiyê..
Tu..,
bayê ber tavê
bajarên ku xwe li ba dikin,
sînorên ku goristanan li hev par dikin,
stêr ku xwe bi ser bişirîna te de xwar dikin.
Tu û buhar,
guregurê di hêlîna evînê de şiyar dikin..

4
Welat ku hat
tîpên xwe di êgir de ji bîr kirin
Dastan bi baskên Firat zencîr kirin
Welat ku hat
ewrên buharê kirin hêsir
çiya ji xewnê re kirin pêsir
Welat ku hat
birûsk ji kalanê avêt
şîrava koç û konan mêt
Welat ku hat
dereng di jînê de riziya
dereng şîna sahî za
Ûtu...,
Û welat... qebqeba kewan dinoşe
Û welat... li ser kêlan gula reş e
Û welat... alên sor didirû
Û welat... wê sibehê te dabû dû
Û welat... pişkoka tirsê hildikir
Û welat... sonda te bi agir kil dikir
Û welat... kela berfê himbêz dike
Û welat... şehîdan di tava rokê de rêz dike
Ûtu...,
Li morîkên welêt kerr û gêj bû..
Û welat di reşika çavên Diyarbekirê de, Gelawêj bû.
Te berê xwe dayê,
Pinpinîk e, bi hêsrên Kurdistanê bi destnimêj bû..
Helbestên din ên Helbestvanî/ê