A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Xwe Amade Bike!
440 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Xwe Amade Bike!

"Yar gewr e! Kela germa havînê li me kelan u kel e,

Birek xis xezalan li binya çemê Amûda şewitî, gelî gundiyan u cîranan, ketine mexelê...!"

Wek dastana jibîrbuyî ya li ser keviyên sincirî yên resekonê te, ber bi çemê te yê mirî ve têm. Kavilên dilê xwe, gav bi gav, bi jena tavsorka te dilorînim u dumana peyvên kefdayî li tenist serçavka pencereya te has dikim.

Rubarên lasê xwe berhev dikim u bi awirên xwe çukên sînga te yeko yeko dikujim.

Di daristanên tozê de kenê te bi xunaveke mest radipêçim u ber bi keriyên axîna te ve, wek welatekî bêsirud, digindirim.

Girê Sermola Pirtuka te, tosa te, sewata tembînameya te, dar u berên hisê te, peykerên ji xweliyê yên xewna te, gulên te yên serjêkirî, goristanên te yên ji dîlokên çavkilkirî, guliyên hinekirî yên Girê Sermolayê u serbirên pinpinîkên te yên xilmasbuyî,... tên u di berfa demê de, xwekustinê bo hespê gotinan, hildibijêrin.

Rê bide min da ku hilperikim dîwarên te, da ku kêlên sevistanê bipesinînim u rengê velerzîna xwe bi ser darbesta te de birijînim. Rê bide min da ku zeluliya sevçiraxên te bi xwîna xwe geş bikim u zengilên ruyê te bi henasa xwe bihejînim.

Rê bide min da reşekonê xwe di zeviyên reşgirêdana te de vegirim u xezala xewnê hînî çêregeha giyanê te bikim!

II
"Yar gewre! Li welatê xerîb u xurbetê lê lê bêbavê wele ez bimrim tu sebeb î. Heke ez bimrim tu sebeb î. Heke ez mirim bila kefenê min rebenê Xwedê ji huçikên te be, bila tirba min asiqê li wî cenabê li binya mala bavê te be, ser sefeqa cemidî tu raje cotê cerana, qesta kanîka binya mala bavê xwe bikî, tê bikî du riket nimêja serê sibê, tê bêjî asiqê belengazo, pê keto, sed rehmet li canê te u bavê te u hevalên te be. Erê yar yar yar gewrê sewityo gundo!"

Xwe amade bike Gewrê, dê huçikên te di bagera qonaxê de birizin u dê ebruyên te di kalanên matmayînê de bêriya mirina min bikin. Asîtankên lasê xwe ji ber tava dilbijandinê birevîne u kefenê roavahiyê pêskêşî çemê bîranînan bike. Kolanên xwe ji ber çavên min vedize u "Beriya Mêrdînê" bi perîka dînbuna xwe li ser bazinên westanê nîgar bike.

Hezar deng bun, lê min destnimêja xwe bi kurtepista te sikand..

Hezar siwar bun, lê min sefera xwe di berbiskên te de bi dawî anî...

Hezar resegul bun, lê min gulberoya kenê te ber bi tîrêjên Nostaljiyayê ve zîvirand...

Hezar xatirxwestin bun, lê min destên xwe li ser balgeha giryana te ji bîr kirin...

Hezar welat bun Gewrê, lê min ji bilî maça te tu nexse hêjayî nehwirînê nedîtin...

Xwe amade bike, rêçên nevegerê bi sara xwe Girê Mozan ya musilî bixemilîne u navên me li ser eniya berbangê bi ximava oxirê binivîsîne. Xwe bilorîne u xwe dahêje bîra sevistanê da ku Girê Mozan pêswaziya darbesta baranê bike.

Xwe amade bike da nîsanokên gerdena te siya ramusana min derbas bikin.

Xwe amade bike da babîsokên serberdayî yên ferhenga te, bînçikandina min ji kêferata mirinê, nas bikin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê