A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Wek Mirinê Tu Bi Lêv Dibî!
313 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Wek Mirinê Tu Bi Lêv Dibî!

Perên xwe yên ji avê
bi ser peravên nalîna min ve vegire
û xewnên min ji ber bike ey mirin!
Min di terkên dijwar ên henasa xwe de veşêre
û çavên min di bargehên vehesîna kulan de
ber bi taristanê ve rakişîne!
Dilê xwe bibijîne çurisînê
destên xwe dahêje dengvedana gazinan
pêjnên xwe di daristana rengan de daçikîne
da ku balindeyên tarawgehan darên peyvê binasin
û rûbarên xatirxwestinê sirûdên xwe bikujin!
De stêrkên şeva xwe ji ronahiyê rût bike
û sibehên girî bi ser kêlên matmayînê de daweşîne
da ez û tu di bagera nemanê de
pîjên ahengê berhev bikin
û bangên xwînê di guhanên felekê de bimeyînin!
De belgeyên xwe yên bînçikiyayî
pêşkêşî pîtanokên heyveronê bike
û neynikên xwe bi ser laşê min de bibarîne,
çûkên xwe,
bûkên xwe,
neynûkên xwe,
û semageriya pepûkên xwe
ji hêlîna sînga min
ber bi mirina rexên tirsê ve bifirîne
û bi kurtepisteke cegerdar
ji min re bibêje ey mirin!
Bibêje da
pencereyên axînkêşana dayika xwe ji te re vekim!
Bibêje da
keftelefta rehan
û tenhatiya gavan
û velerzîna yaran
ji gerdena te re bixemilînim!
Bibêje
da ku keştiyên bêzariyê hilperikin bendergehên te
û melevanên tawanbar ên deryayê
bi ser pêlên te de biqermiçin!
Bibêje ey mirin!
Efsaneyê bibêje
çîrokên bêrîkirinê bibêje!
Memikên zuha û toza şînîgiriyê bibêje!
Wek ku çawan rondikên seferê amade dikim,
Tîrên xwe amade bike
û ji mirina min netirse ey mirin!
Min li wir
babelîska xwe di hêlana te de hiştiye,
min bîna evîna xwe di hûçkên berbangê de parastiye
û min bilûra xwe di goristana Amûdê de mezin kiriye.
Min li wir
di dergûşa havînê de gulgenimên giyanê xwe dilorandin
Min li wir
dîwarên şevistana kulîlkan hînî xewê dikirin
û min xwe ji himbêza çemê êşê bernedida.
Min, tu li wir naskirî,
lê min xwe nedispart kêferata çekên te,
Her li wir,
li ser keviyên giriyana bejinbilind a dayika min,
min keziyên çolistana te bi qirçeqirça tiliyên oxirê dihûnandin
û min tovên bendemanê di bîbikên tavsorkê de radiperandin.
Min xwe hînî reşebayên te
û reşgirêdana dara hinarê ya dayika xwe dikir
û di westana ferhengan de
li hespê nalîna xwe digeriyam.
Hawara min
li pey te diherikî!
Hawara min
di ximava xêzên te de diterikî!
Hawara min
di gewriya zersosina te de,
di xuşîna negotina te de,
di bişirîna sotina te de ji dayik dibû
û ji bendên talanê ber bi bendên halanê ve diçû.
Tu hawara min hildibijêrî ey mirin!
Wek mirinê; tu van goristanên windayî yên laşê min,
ji
gulan
re,
bi lêv dikî
ey mirin!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê