A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Vê Sibehê 3
219 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Vê Sibehê 3

Vê sibehê,
Rengê dîwaran,
perdeya şaneşînê,
Maseya xwarinê,
textê razanê,
çenteyên seferê,
nûçeyên lezgîn,
nexşeyên welatan,
girnijîna te,
stêrkên ku ji çavên te dirijin,
baskên te yên ji hêviyê,
mûma ku min ji te re vêxistibû,
gula ku min li ber sere te danîbû,
kurtehelbesta ku min di bêrîka te de veşartibû,
pinpinîka ku li tîna tîrêjên dilê te digeriya,
-ji bilî dilê min
hemî tiştên ku tu ji wan hez dikî,
vê sibehê,
ne li cihên xwe ne…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê