A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Vê Sibehê 2
238 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Vê Sibehê 2

Vê sibehê,
tîra dengê te di dilê min de dadiçike,
Xwe vediweşînim,
Xwe bi ser pizota bêrîkirina te de direşînim,
Tu ji min dikevî,
Tu bi nêrdewana xwîna min ji ronahiyê dadikevî,
çavên xwe ji te re vedikim,
Lê tu ji zindana xewna min direvî
Li destên xwe digerim
lê di bin serê xwe de pêrgî destên te dibim,
dixwazin min ji te bidizin,
dixwazina hawarên min, beriya ku bigihêjin te, birizin,

Lê vê sibehê
dema tu di esmanê min de hildihatî
Hemî rojên belengaz, xwe ji ber şox û şemala te,
didine aliyekî din..

Vê êvarê,
Lal, zîz, sergêj, mîna peykerekî ji kirîstala çîniyan,
li pêşberî te radiwestim,
Rêçên ku ber bi sînga te ve tên, dihejmêrim..
û sîberên peyvê li ser keviya navê te ji bîr dikim,
Di nav pêlên agirê te yê zeredeştî de rûdinim,
Ji te re serê govendê digerînim
Ji te re hemî stêrkên evîna xwe berhev dikim
û gulwazekê di gerdena te de li pey xwe dihêlim,
Daristana te, çolistana te me,
Navçe û herêmên êşekêşana te me,
Westan û xwêdana dîlana te me,
De mîna axinên qederê bizinge, bigurme, biteqe!
De mîna pinpinîkekê
li ser gula dilê min,
hetahetayê
bimîne!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê