A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Vê Şevê
412 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Vê Şevê

vê şevê
sûr û kelehên te
bi kevirên reş
di dilê xwe de
ava dikim.
şûrên xwe
bi bêrîkirina te
sû dikim,
ava te
ya ji êgir
vedixwim
bi te re
dikenim
bi xwe re
digîrim
destên xwe
yên ji tutinê
li ba dikim
û ji karwanên te re
dibêjim
şev baş ey girî!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê