A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Tilî
203 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Tilî

1
Vemirî ne!
Di dumana bêagir de dirikrikin, di kenê bêdeng
û kelê de, li hev dipirsin..
Bizav nîşana demê ye, lê seranserî giyan
dorpêç dibe.
Bi naveroka xewnê, heyîn rist,
bêqudûm pelû dibû dîwarê bêdengiyê.
Li beramberî vê lehiya kor û yûz, vê bahoza şît
û kawik, kî dikare nifîrên bêcir û kevizgirtî,
Daqurtîne??
Tiliyên ku bi kesera dîrokê hinekirî, dilerizîn.
Tiliyên ku êdî hew dikarin hêsirên peyrûzî
Rawestînin.
- Evîndar bi girî, bi kûrekûrê bîna xwe vedikin
- Eger rondikên dil û cerg, çemên hinarkên wê,
bêtin zuha kirin, eger kelem û singoya zingarî
ji bîbikên wê bêtin hilkirin..
Pêwîst e tilî jîndar bin...
Pêwîst e tilî livdar bin...

2
Deh tilî tên serdana hişê wî. Bi sed awayî hişê
çilmisî tê guvaştin.. Wê çawan fêrî hijmartina tîliyan bibe..?
Di nav reşeke tarî de digevize. Bêkenar û kenêr e,
bêsî û stêr e, bêşar û şilêr e. Di aşê evînê de
tê hêran. Xwe dispêre şaxên piyê wê, xweştama lêvên
Wê, dûkela seqema singa wê.. ji rengên çavên wê,
Elfebaya xwe didize. Gula berberoyê li newqa xwezaya
Xwe dialîne, berê xwe, her derê xwe dide guhên wê :
- Du tilî nîşana serfiraziyê nc an xaçeke zêrîn in
- Bi sê, çar tiliyan mirov dikare zikê yara xwe ji
Ken biçirîne.
- Û... û bi tiliyekê, bi şûjinekê, bi serê pênûsekê,
Bajarekî ji berfê, ji kevokên spehî, bajarekî
Xewnperest têt qir kirin, di bin perda jehrê de têt
Veşartin...
Bi tiliyekê mirovek `kî be bila bibe` tê kuştin...
çavek `çi reng be bila bibe` tê rijandin...
Pirsek `ji kê be bila bibe` têt kirin...
Û bi tiliyekê jî, evîndarekî dîn dikare dilbera xwe
şanî biçûk û mezinên bajêr bidcdikare, bi xwînê
navê welatê xwe, li ser dergehên qalind,
b i ç i r i s î n e.?

3
Hê jî vemirî ne!
Vinevina zimanê wî ye. Guhên wê balgeha tiliyên
wî ne:
- Mirovên cengperest yên ku her dem tifîngên xwe
nîşanî defa sînga berbangê dikin, yên ku di hêlînên
kew û qulingan de hêkên çavsorî û zikreşiyê datînin,
yên ku her roj simbilên ciwaniyê bi girî vedikin..
- Bi tiliyên xwe yên mezin têne nas kirin.

Û ... mirovên Binefş-şîlanperest, yên ku gurz bi gurz çîçek
û sorgulan didin ber pozê jiyanê. Yên ku kelehên evînê ji
nimebaran û buharê ava dikin. Yên ku di kelekela rêçên
dûr de dihelin. Yên ku rokên rengîn di jene dilên xwe de,
di sûravka çavên xwe de veşartinc -Ew jî bi tiliyên xwe
yî mezin têna nas kirin.. Du tiliyên beranekê weke hev
nînin.

Hêdî hêdî, dem û cihan ji nav terkên tiliyên wî,
direvin. Û.. ji nişkê ve, bi ser xencera hişê xwe de
dişemite. Kê ev lehiya şêt û deyûz afîrandiye?
Di wê neqeba tenik û teng de, di wê bizava
tûj û dirêj de, toza zaroktiyê qermîçekên mejiyê wî
mist dida û çermê dilê wî dinuxumand..
"şeştilî" xwe çem dikir ser doşeka bîranînê:
Ho..hoo Şeştiliyo!!
Tu serokekî nenas bûyî.. Bi tenê palan, perîşanan û
parsekan ji te re digotin:
Tu jîrkê vê serdema qehpe yî..
De were lo ! Çend tirên genim, ceh û pembo di ser şiva pişta te re
derbas bûne? Çend çemên xwêdan û axînan ji moxila
laşê te herikîn..? Çend zordest û xwînmijan piyalên
meya xwe pê şûştin..?
Ma rast e şeştiliyo,
xelkên vî bajarî li hev digerînin û dibêjin : Xurtî û şiyana
şeştilî di tiliya şeşan de ye..?
Zarok bû, kolan bi kolan, firoşgeh bi firoşgeh li
şeştilî digeriya, lê kerr û gêj dibû, carcaran li
hev rast dihatin, ziq li destên şeştilî dinêrî,
kela dilê wî hênik nedibû, çavên wî bi dû tiliya
şeştilî ya şeşan de, baz didan, pê re diçûn.. diçûn
d i ç û n.

5
Vemirî ne!!
Diponijc bîranîn ji serê tiliyan dinuqutin.
Zengil di xwînê de ye, dengê dilopan ji ber kiriye.
- Dayîka ku bîna wê ji dara hinarê difûre
- Sindoqa bûkaniyê mişt benî û bastîq e
- çirika bîrê, ava şêlû, qurta yekemîn..
- Mirîşka ku dida dû pişta wê, hêka ku bi lez xwe
digihand tiliyên bendemanê..
Û dawî...welatê ku xwe jê vedizî
yara ku ji maçên wê têr nebû.

6
Rûpelên çavan li ber bayê tiliyan têne hejandin..
-ANKÎDO! Bo çi tiliyên te jî bi jana jiyanê nehatin
bişaftin..??
- SOKRATO! Bo çi tiliyên te, bi jehrê tîna xwe şkandin??
- ZEREDEŞTO! Eger esmanê Belexê hê bi qralk û başokan
nehatibe cot kirin, eger dil bê cejn û govend be, eger
lêvên wê, serê memikên wê yên pembik û step di nav
serê tiliyên vemirî de neyên mist dan??
Helbet...dê çav ziq li çav binêre, dê dil ziq li dil
binêre, dê tilî ziq li êgir binêrin...dê liv û dîrok
ji neynûkan dest bi hilatê bikin! !

7
Di navbera çavên wî û matmayîna wê de asoyek ji
xweliyê dihat ristin. Di wê kêlîka kerikî de, cihan
bi kurtayî dixuya. Qeraxên wê cihanê bi oxireke
şkestî xwe li ba dikirin..dengê wî -şermok û şaytok- di
nav xirecira hêsrên wê de, winda dibû. Peyvên wî
bêtam ji serê tilîkan dipengizîn. Di asoya nû de,
di perestgeha evînê de nimêj dikirin, xwe bi rondikan
şad dikirin.
"Pêwîst e evîna xwe ji bayê reş, ji pencên sedsaliya
bîstan biparêze."
- Bawer ke.. ezê bi vî destî, bi van her çar tiliyan,
jîndariyê li dar xînim.. tu carî ez dê li hember
lerzê, na..na, ez dê li hemberî vemirandinê radest nebim..
Werzên tirsê di dil de.
Di zimanê wê de, stêrkên birîndar li bin guhê hev diketin..
kurtepist di lêvên wê de nivist..
- Tilî çar bin, an koremar bin, ji boyî evîna min û te
neastengû serêşc
lê ..neynûkek dikare dilekî -di kêlîkekê de- rawestîne.

8
Hin bi hin tiliyan ronahî dimiştin. Neynûk geştir
bûn. Lerzê serê xwe xwar kir, çav li revê bû.
Hin bi hin tora dilê wê ew bi ser hev de dialand.
Tiliyan radipelîne.
Bilalûkên azadiyê di sînorê her çar tiliyan de,
bê armanc in. Kêferatê dike, dilikume, dikeve, digindire,
radibe û bi rabûne xwe re bejna êşê dipîve.
Li ser zil û qamira sînoran, axîma xwe yî bêhempa
belav dike Dide dû sîber û pişta xewnê...

Çû... Çû... Çû... Çû...

Li malzaroka xwe dipirsî, li şûnşopa zaroktiyê
digeriya.. Gava nêzîkî dara hinarê bû, serê xwe danî
ser bîna dayîka xwe lê dengê Melê ew rakir ser tapanan:
Ehlê xêrê.. şeştilî `emir da we... Laşê wî li Camiya
Mezin e, ê ku bê bi xêra xwe li ser nimêj ke, wê
Xwedê xêra wî binivîse..! !
Zû bi zû rondikan xaçerêkên xwe di kezeba wî de nas kirin...
Zû bi zû agahdarî xwe bû, ku tiliyên xwe di nav
hêlîna porê wê de ji bîr kirine.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê