A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Teşiyên Mijê
239 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Teşiyên Mijê

Li balefirxaneya demê,
dema ku hişê demê
di çavên bendemana min de dem digirt...
Li ser sînorên wê velerzîna ku
ji rewrewkê dipijiqî,
min tu hembêz dikirî,
min destên xwe
li ser milên te ji bîr dikirin
û min asoyên bagera paytextên nenas,
di bişirîna te de vedişartin.
Ez nêzî birîna te dibûm,
nêzî sira bayê felekê
û semageriya gulgenimên matmayîna te dibûm,
nêzî ferhenga taristana dilê te
û barana peyvên mirî yên li ser lêvên te dibûm.
Min gazinên te vedixwarin
û min tiliyên sibehê; yên ji xunava pirsan,
di hinarkên te de radiçikandin.
Min qîrîna xwe,
rivîn
û
şîn
û
rûpelên nalîna xwe,
xewn
û
xwezî û bendergehên birîna xwe,
mirin û talan
û ji hevketina rex û alî û kevî
û kenarên zemîna xwe, li ber destên te radixistin.
Min nehwirîna xwe,
ji gewriya zuha ya dîroka te didizî
û dîsa, bi dizî
min xwe davêt agirdanka bend
û şîretên te.
Kêlên bêzar ên hişê min û te
û
barana bêrîkirinê li hev dibaniyan.
Hêlîn bi hêlîn,
kevir bi kevir,
Axîn bi axîn,
Gav bi gav,
em ber bi rakêşana sermedî
ya jen û jana paytextan ve dihatin
û em li şinşopa demê,
li xwe
li lezegavên rêvingên bêhûdeyiyê temaşa dikin.
Gula ku di koşeya dilê min de
hînî xatirxwestina heval û destbirakan, yar
û hogiran bûbû,
gula ku di goristana
çavlirêmanê de, kêlîkên vegera şehîd
û xoşewîstan dixwîne, gula ku di destê mirinê de
hînî jiyanê dibe,
aniha, wek
nimebarana paytextan
û xwekuştina sirûdan
û reşgirêdana dayikên
serdemên çiyan û pesar û gundan,
mişextiya min û te radipêçe,
navên me di avjîna mirina xwe de
dinivîsîne.

De hil be ey şînîgiriya dayika min!
De di nav dermanên gizingê de
blgevize,
ey hişê ku ji gihayê qonaxan hatiye ristin!
De teşiyên xwe yên ji mijê birêse,
ey paytexta ku
bi xwîna cigareyên penaberan diçûrise!

Li balefirxaneya demê,
dema ku dem di navbera min
û te de dilikumî,
min bi destê êşa xwe digirt
û min dida pey tîrêjên maça te.
Min mirina xwe haş dikir,
min stranên xwe yên şewitî,
pêşkêşî awirvedana qederê dikirin,
min kajên sînga te,
ji ber bagerê didane alî
û min kurtepista xwe di guhén te de dikuşt:
Destê sibehê, beriya bango dîkê taxê,
ez ê pasvanên bajarekî ji toz û xweliyê,
bi qîrîna xwe veciniqînim
û asoyên Ii xwemikurhatinê,
bi kulîlkên xemgîn ên balefirxaneyan bixemilînim.
Ez dê berê xwe bidim duryana bêdengiyê,
qehweyekê vexwim
û çigareyek e jehrewî bikişînim
û li PAGANINI guhdarî bikim,
tembînameya xwe
bi ximava paytextên xwelîreng binivîsînim
û ez ê xwe dahêjim bîra serbir a bîhokên kenê te,
da ku hemû
pencereyên dilê xwe di rûyê mirinê de bigirim
û hevalbendiya giriyê sermedî
di giyanê xwe de biparêzim.
Ez dê ji te re,
ji xwe re,
ji pinpinîkên oxirê re,
ji dengvedona oqyanosan re
û ji qederê re jî
"Lêlê lê dayê, de bila porê serê me herem
û xatûnan kur be, li ser dewrana
a darê vê dunyayê.,"
bibilînim .

Payîza 1999an
Helbestên din ên Helbestvanî/ê