A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Şino Can!
223 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Şino Can!

Şino can!! Dilê min ê stewiyayî bi xencerên bêdengiya
te. Hemû pêlên xav ên xwîna sor î matmayî
xwe çem dikin hinarkên şeva goristanê,
û şev şêt û sermest e!
Li ber serê te bişkojên giyan dibişkivin,
axa pîrozwer direqise
çavên me dişkin û stêrkên penaberan ji dilşadiyê
dinalin, hemû kulîlkên talanbûyî bîna xwe bi ser
zelûliya gorê de diguvêşin...
tu çûyî.. te kilîtên zêrînî yên daristanan, yên
şkeft û qûntaran, bi xwe re biribûn
bêtaldeh û dîwar, te em li ber barana reş, mîna
çûkên baskokirî hiştine
me dîrokek ji qralkan, ji te re dikir palpişt û
me serê xwe, me her derê hinara xwe datanî ser
gerdena gorê,
ya ku ji tîna rokên koçbar, xelmaşbûn bi mijankên
QENDÎL himbêz kiribû...

Hespê te parastina me ji bahozên bêrûmet nedikir
rim di goştê me de li ba dibûn
gumegum di kezeba me de ditevizî
simên biyaniyan di bîbikên xewnê de radiçikiyan
me bar dikir û qantirên bînçikiyayî berya me
diwestiyan, bi çavine girikî li me temaşe dikirin,
û hêdî hêdî digiriyan..

Lê ji bilî gunehkariyê, ji çermê me nafîre
lê ji bilî tawisekî, di hêlîna can de nîne
ji bilî dewr û dewranên quling û nêrkewan di esmanê
hişê me de nînin.
Ji bilî sirûda qayikên bê deryavan di derya xwîna
me de nîne..

Karwanê dil-bîhokî, hîva ro-zarokî
qumrî û pezkovî di êtûna berfê de, dilerizîn..
vaja baranê, zixt û halana dîlanê
saz û pinpinîkên kovanê bi dumanê digevizîn..
biskên şevînî, lêv û miska dilrevînî,
çirên buhara nîvco, gerdenîka Şino û co, dipengizîn.

Û Şino can bi hemû babetan dijîn, ta ku tovên
hebûna te bi tavên evînê av bidin. Bi hemû xoş-xwan
û lawik û dîlokan dimrin ta ku rexên
nebûna te bi tîrêjên berbangê, bi xuşexuşa çemê
azadiyê avis bikin.. Tu bi tenha xwe bûyî û
di ferhenga te de demsalên girî zuha dibûn.
Penaber in, koçer in, mişext û derbeder in, biyanî ne,
bêgane ne, xerîb in..,
ax Şino can ev peyvên oxira reş çi li bejn û
bala çiyan in, bejna zirav î ji bîna zeyzefûnên
kevnar, bejna şermokî ya ku xwe li nik kêlên gorê
bi bîranînên nexşeke dijwar pêçaye..

Me bar dikir... Xwedan stûxwar dibû
me bar dikir... Aras xembar dibû
me bar dikir... gerdûn gemar dibû
me bar dikir... jiyan tamsar dibû

Û Şino can bi lez berê xwe dida şevbuhêrkên şahînşahiya
berûyan, komara başokan û perestgeha hechecîkan.
Were bi navê çiyan û dilovaniya xezalan, were tu û Ferat
li serdema mêrkujan temaşe kin, biyanî ne ji dû pişta
xewna me venagerin,
her ku dibe buhar ji bîna şilêran bînteng dibin,
bi seyrangeh û zozanan madtirş dibin,
cîqên havînî ne,
sînga wan û bayê Zozik li hev nakin. Bayê te mîna
marmasîkî
di gewriya wan de dimîne,
xewna te kenê wan dorpêç dike
û mîna bav û kalên xwe,
lê vê carê ne bi hesp û şûr û mertalan,
lê bi guUe û tank û topan Şino can, bi gaz û jehr
bi balafir û serbazan Şino can, bi potînên stûr, bi singo û
bombe
û bi zikreşiya zemanan Şino can..

Mahabadê! Gêrikên rengo-rengo bi demûşa giyanê te
ketine
Mahabadê! Hespên boz î birîndar serî ji bayê ber tavê
stendine
Mahabadê! Koçer in, di konên bêstûn de, di şopa
derdê te de raketine
Mahabadê! Û ken ji nû ve bi adarokan re nifir e,
pêjneke çetin e.

Sar e û zaroka min heft mehî bû.
` ` Gulvedan` ` a min keser vedida û bi çavekî ziq î bêbizav
li rêzên
mij û çiyan dinêrî,
her ku şûjinên dîrokê lerzek didan canê wê, vedicifilî
li pêçek û çavşînka xwe dipirsî.
Min Gulvedan bi ahengên seqemê dilorand
wê jî behişta zarokan di hêlana sedsaliya bîstan de,
ditepand.
Û şîr di çiçikên êvarê de dimiçiqî, penêr û jajî
di qurçikên buharê de diperçiqîn,
sorgul di lêvên Gulvedan de zuha dibûn,
kezeb e...! şêrîn e Şino can!
Û va ye, çûkabehiştêye, bi baskên nermînîxwe dihungivîne
bêdengiya gorê,
perda şîniyê bi çîveçîva giyanê xwe ji ser rûyê dîroka
segbav
dide alî,
tu destê xwe dirêj dikî û Gulvedana min î heft mehî
di germahiya birîna te de xewa dawîn hildibijêre.

Û bi tenha ye Sebrê!
dînê te di werzên şîna xweş de serxweş e
Di vîzevîza keldumana koçbariya te de morîkên reş e
guharên şeva bêguh
çemên hinarkên te, peşkên kila te î şor, ji ber dike
bi tenha ye Sebrê
çend kew di xurçukê de
çend simbilên hesretê di quncikê de
xewnan ji bîra dilê te dikişîne
şalûrên kenê te
fincaneke qehwe ji ava Xabûr
û teşîrêsekê ji pêxêra bahoza te radikişîne
goşiyên kenê te/ Tirş e kenê te, goşiyên sor
xwîna nûrijiyayî li ser eniya sînor/
kanîn elbikên mewîjên te/ canbazên li hawîrdor/
gullebaran e Sebrê!
Gulle, guUe har dibe kula te.
Tamsar dibe firmiska ji kila te

Û hawara te tûj e, qeymaxê şeva kor dişkîne
Gava te ya sist û bêarmanc di goştê demê de hiltîne
Mayin in di bin gîha de ne
Mayin in di tevna riya de ne
Mayin in di rojname û mehan de ne
şarên Mûsilî ne, şohiyên kesrewanî ne
kiras û xeftanên gulgulî ne,
di kinişta şevê de
di mala Xwedê de birçî ne
...................
...................
Kî dê çiyan di dîloka mirinê de bilorîne! !?
Şino can û şevên penaberan bêxew zîz dibin
li w`alî pencerê,
şevreş û pêlên xwînê bi hev re dastana seqemê, hawara
berd û hîman dadimezirînin.

Û li w`alî pencerê, rengekî qetranî ji spîbûna oda min
diherike
bi ser wêneyên dîwêr de dipêle, hemû bîranîn bi hev re
diteqin.
Dilê min î ji qirkirinê, ji ferhenga şehîdan
xwe ji gerzela bêrîkirinê çem dike, xwe radipelîne, digindire
bi ser nêrînên te de, bi ser dengekî xemgîn de, dengekî
ku dirust bûye ta ku bikaribe damarên şevê di ser dev re
bibe
bi termê rokê.
Dirust bûye ta ku bikaribe dil bi şîniyên giranbuha
binermijîne.
Û dîwarên odê Şino can diqirçin, ` ` Kanîspî` ` diponije û roj
ji maça "Helec" hiltê.

û gora bêdeng di pênûsê de radipere, "Bavê Felek` ` û dilê
Kurdekî bêwar bi hev re diqîrin, şadî mîna xiltê kwîr di
taristana navdar de winda dibe. . . Ne helbest bi kêr tên û ne
lojîkajînê
ne şev diweste û ne jî karwanê, kînê
ne gul vedibin û ne jî peya dibe siwarê evînê:
Lê lê lê Sebrê!
Mi go wextê malê me bar kirin ji belê
Lîbelê lo...
Lê mi go qasidê xelk û `alemê tev
diçin û têno...
Qasidê min û bejna zirav, dêmên dugulî
gulokê berfê, tavê baranê tev de têno...
Ay lê lê Sebrê... Lê lê berxê... Bavo hey bavo.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê