A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Seîd Rêzanî
169 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Seîd Rêzanî

Wê êvara ji guliyên Zêwe
te stirana girî di dilê min de
lorand..
Di xumexuma wê taristanê de
te dengê şîniyê
ji bin zimanê çiyan
civand..
Em bûn gurzek stirî
me sînorê bobelatê birî
û..,
şiva hesinî saza te
ji velerizîna destê rokê
kirî
û.., berya ku di sibehên biyaniyê de
li ser pişta nalîna Amûdê
siwar bim
evînê ez kirim pêlek
bi mûsîqa te
xelkê dengê birîna min
nas kirin..
Serê min yê tevizî
li ser balgeha stiraneke te
rast kirin..

1990

*Ji "Nav û Dabeşkirina Xewnên Hîroyê"
Helbestên din ên Helbestvanî/ê