A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Rono 4
180 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Rono 4

Odeya me
ku di bayê wê de
welat
û çavên bendemanê
xwê dabûn..
Kenê te
ku bi dizî
êşa serê Xabûr
nalenala nerm î hûr
tê dabûn..
Zengilê dergeh
ku xwe spartibû
pencên tirsê
û giran-tava dilê te
ku ji esmanê sînga min
bariya
û giriya
/wê havînê/
bi seqemapirsê..
Helbestên din ên Helbestvanî/ê