A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Ronahî
410 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Ronahî

1
Bendewarekî dilsoj im
Di xumexuma navê te de
Bê kelek û roj im
Bendeee-ariya demê me
Di gavên te de, qudûmekî şkestî me!
Di bêdengiya lîwanê de,
tuê bizanibî ronahiyê
Ez kî me!
Qulingekî nijadşewat im...
raperîna awirên lat im...
asoya perengî me,
ji rengên şevê... berbat im,
di daristanên kenê te de,
bêyî mistek sî me!
Di xaçerêkên birîna te de,
bi guliyên berfê
bi rewrewk û qerfê
tol ristî me!
Û bendeee-arê te me
koçerekî kul-pak im
/ dikim û nakim/
hîva çavê te, ji girî cuda nakim...
- kevirekî bêdîrok im
di biyabanên te de bêkok im
- di lîstgehên sînga te de, zarok im
/ dikin û nakin / peyvên te ji fîxanê ranakin.
û bendemanê dûzan dikim di xwe de.
êzingim...
rêving im..
qermîçekên hinarkên tûyê me
pirîskên giyan... ji hêtûna gulê me
va...xewnên xwe yên mişt baran
ji sînorên te re dikim zîndan
va... dihungivim şopa te
va... dilbijandina xwe ji gerdena te
berdidim,
va tu ê bibarî?!!
Tu ê bi xunavê şa kî
Simbilên helbestan
Va... tu ê bizanibî ku tuxm û xwezî me!

2
Bendeee-darên te me
Gava ku pêlên kesk
di kelkela qonaxê de winda dibûn,
hespekî fal î çê bûm...
rêberê oxira mijê bûm...
min serî ji bayê kur distend,
min reşgirêdana te di hişê xwe de
kiribû merbend,
xuşexuşa sûlavan di porê te de
hatibû birîn, ewrên çiya ên bê rewa,
teyrên şev li wan geriyayî,
cenawerên çavgirikî
serjêkirin beloq dikirin...
kulîlkên warwêranan... nameyên evîndaran
co... û keserên no, newq dikirin
zaroktiya ku bi tolkê re
reviyabû/
ya ku di terkên havîna te de
riziyabû/
ya ku em hiştin di zengilê tozê de,
va ye... ji nû ve di dorava bendemanê de
xuya bû/

3
Û bendewarê te bûm.
Navnîşan û qelaş bûm,
bager bûm di banga lehiyê de...
perîşan û xaç bûm,
derbeder bûm di ferhenga tenhatiyê de...
karwanekî ji mewîjan derbas bû
Sîpanê Xelatê di destên elinda te de
bi bizav bû.
şkeftên aramê di qolinca te de,
- Nalenala nazenîn î.
- çavxumariya nijadperest,
- Mûmên veşartî di pênûsa GORAN de,
- Rêçên vemirî di sêdara PÎRAN de,
Wergerîneeee!!
Zimanê bendewariya giran.

4
Û bendewarê te me!
Gemame bi te, bi reşbelekên evînê
û hespê min jî bi te ketiye..
tiriyê westanê me,
huçikên te bemadim
ku esman çardeşevî be:
di bergeha Ferat de bi dizî dibişire...
di movikên rojhilat de bîranîn diqeşire
ku esmanê talanê ji binî de bêşevî be:
di tava dilê min de biskan dihûne,
çavsor şor dibin,
lehengekî ji gwîzê me...
simaq im...
wawîkê xatir xwestinê me
qijalk bînteng dibin, lê lê dînê! !
êvarên cûmik di hevdîna maçê de dereng dibin
lê lê dînê! !

Û her tiştî bi gunehkariyê dirêjim,
û ji keç-dîna xwe re dibêjim:
bendewaaa-barê te me
xêzên cot im... di zemîna te de/
gur û sot im... di birîna te de/
çortan im, tama şor im di bin hesîra te de/
volkan im, kor im, di desthilata pêsîra te de/
kîn im, çavkaniya şîna comerd im... zelal im
bo danheva morîkên rokê, şox û delal im
bo lorandina şagirtên cengê dergûşa gurzê ZAL im
pencereyên barana te me
dûrî te me... porkura min! !
Dûrî xwe me!!
Ser bi te û bi tem im!
Pirekê ji xewnên agirperestan
di navbera memikên te û lêvên xwe de
ava dikim/
şerbeta hirmiyan bi te da dikim,
hêlana te,
rêl û pesaran ji himbêzkirinê
radikim/
peşkên sedefî ji dîmenên zistana te
derdikim/
- Hec...hecîk
- Hec...legleg
- Hec...kêzik û kewekî ribad bi te
dadikim/
serpêhatiyeke dilrevînî ji gumeguma giryanê
kenekî bi çavşînk,
pêlava ziyanê
bi şima serdemên te çêdikim/
dil dikim çengil ji boyî jîna te,
spîndarên porê te têne xwar
diweşim ji derza te,
hildikişim lerza te,
dim...riiim
neynûka te me,
derbesta bendewariya xwe dikolim.

5
Şehîd û rûbar in
bi pêjna dildaran/ dikelin
çar welat in, bi lale û xelat in
ji lîrên eniya Zîn dikevin
û... sindoqa bûkaniya te vedikim...
şal û şapê riziyayî,
Belex û Zeredeştê sêwî mayî li xwe dikim.
û bendemanê, ziryanê,
serçavka lîlanê li te dikim...
-Sînga min çeper e
beranê evîna te me
keriyê nêrîna te me/
di taristanên te de dibiriqim
di buharên koça te de dixeniqim...

Xox û berberoj çiriyan/
qizwan ji stêrkên rijyayî reviyan/
xeftanên qesebî di nava min de giriyan/
û min gazî te dikir/
tîrk û kevanên ronahiyê, min
nîşanî dilê te dikir!
Te guh neda dabeşkirina min,
reşkê şevê di kezeba min de rabû...
viyana min rijiya
şeva min şkest û bi te da bû...
xirxalên te di gûzekên rê de asê man,
navê te bi devê min ket,
û bendewariya te,
bi qîrîn...di bîbikên welatekî xewrevîn de raket.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê