A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Pêşgotina Mûmên Bêrîkirinê
701 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Pêşgotina Mûmên Bêrîkirinê

Ey welatê şengebiyan!
Ey sîbera tirsa kevnar!
Ey gerzela spîndar û kajên gazindok!
Ey berbanga qulingan!
Ey mêkewa birîna birîndar!
Ey welatê narîn û çeleng!
Ey axa bêcir çendîn tu dûr i?!
Ey toza xwedayî çendîn tu nêzîk î?!

Welato!
Tu doza çi dikî ey gawir?!
Xizêmok û kinêrên te,
mastê te,
penêr û bîhokên te
di himbêza me de,
di geriyana xwîna me de
çêj û pîrozmendiyên xwe;
wek xwe, didomînin.
Darçîna te nimêj û bazbenda me ye.
Kulîlkên te yên xemgîn ko di damarên me de
bi kotekî dibişkivin
û belgên zuha yên dîroka te ya beravêtî
di gewriya me de;
kêrine ko ne;
bîranînine no ne.

Qeşmûşka bextreşiya dem û dewranan
bi ser lerza lêvan de dibare;
lêvên ko bêrîkirina te
di şaneyên seqemê de bilêv dikin.
Em te tînin bîra xwe
Ey welatê bê bîr û bê ziman!
Toza te hildiperike pencereyên xewna malkambax,
û giyanên me
yên ko di nav pencên seqemê de terikî ne,
tûşi bêxewiya çavên te dibin.

Tu ji nav sosreta berfa qonaxan;
ji nav nivîna salên bê ser û şûn,
tu ji nav bêzarî û rondikên me radiperî,
û bi raperîna xwe re
tu misk û nefel û beybûnkan
bi ser termê me de direşînî.
Her roj heyva çardeşevî
di nav mista me de diçelmise;
gula te di pêxîra me de
bi giryanan geş dibe,
salên te ji gernameya kuştinê
ber bi keserên me ve vedigerin,
û zaroktî di bahoza qîvar û lavlavê de,
di bagera dobelan û kuncî û gezgezokan de kêferatê,
xewrevînê himbêz dike.

Erê welato!

Em tav û tovên te,
em şûn û cîgehên te li pey xwe radikişînin,
em di xirecira morî û karbanên te de;
em di asoyên bê reng de kund û qijalkan diperpitînin,
em di çîveçîva gustîlka sibehên te de dijîn,
em di pirsên te de porspî, sêwî; riswa û bêhêvî dibin.
Lê em bêriya te dikin
ey welatê bêkutayî!
Em bêriya wêrekiya pîvongên te dikin;
xweş-bîna pûnga te;
û tirşahiya tirşokên te dikin.
Em bêriya bejna hîroyê;
û keskahiya kevza te dikin.
em bêriya çîrokên kuştina te dikin..
Ma çend caran me bi nifiran tu kuştiyî
ey welatê ko di nav destê me de kêferatê dike!?!
Em bêriya:

Yek mûmik

Govendger in, di wê kêlîka serxweş de, birînên êvarê di gurmegurma dahola serhişk de dihejînin...
Xeml û xêzên xwe bi toza lingan re ber bi afatiya pesindana melûl de dişînin...

Lê govend dimire,
dahol dimire,
Xwêdana zimandirêj dimire,
Êvar jî bi ser stiranê de dimire,
mûm vêdikeve,
şev vedimire,
û lîlandina dawîn a hechecîka bajarê me
bi ser hinarkên helbestê de dimire...

Du mûmik

Bajarê xwe dixemiland, bi şarezayî keviyên dastanan şayik dikirin,
Qoçan û belgeyên rizyayî di bin zimanê xwe de vedişartin:
- Tu li çi digerî?
- Li pişkokên bajarê xwe.
- Tu li çi dinêrî?
- Li mûmikên mamikên memikên bajarê xwe.
Lê bajar dimire,
şehîd vedigerin asîtankên xwe yên avreşandî,
darbesta baranê li ser devê rê; ko rê bi xwe porkur e;
wek çeperekî kevnare dihênije, li mûmên xwekuj temaşe dike û ji nû ve di wesiyetnameya baraneke dî de dimire.

Sê mûmik

Di sîbera mûman de aferîdeyekî bê henas e: Xwesûtana bi derengxistin, beyhûdeyî ye, ne pûtperestî, ne bînahiya çavan, ne şekirrêjiya gizingê, ne jî Nervana dikarin şîrikê vê şevistanê wergerînin zimanê gezo û simaqê.

Behîvterk mir.
Neynik bi ser mûmê de giriya.
- Kê tu bi nav kirî?
- Baskên êvarê wexta ko agirên mûman gur dikirin.
- Lê mûm mirin?
Û di asîtankên giyan de,
jiyan bê lixêv, dihêwire!

Welato!

Lê?!
Tu ji ya xwe danakevî..
Tu ji dojeha serhişkiya sal û zemanan
dernakevî..
Lê... em bêriya te dikin ey welatê bê kevî...
Baranên sermest û şeyda yên destê êvarê,
Bi teşiyên xwe naveroka yadîgarên şîniya te diristin,
Şohiyên kesrewanî di tengerêyên xewna me de li ba dibûn
Û tinazî; pêkenîna ebedî di agirdanka dilê me de diqijqijîn.
Ne giyanên me hînî tebatê dibûn
Û ne jî navê te yî reşekuj xwe disipart
dilovaniya lêvên me. Helkehelka me, reva me; mirin û
ji dayikbûna me; keservedan û êş û xeyd û lihevhatina me,
bi ser belg û rêşiyên te de dirijiyan,
lê tu guh nadî sergerdanan,
tu guh nadî serxweşiya eşqebazan,
ey welatê goristanên bê navnîşan
û bê dergevan!
Welato!

Ma rast e ko em di hêlana toza te de dixulxulîn,
ma rast e ko babelîskên te di dergûşên me de hînî semageriyê bûbûn,
ko hevalên me di ferhenga te de bi ser kila subhanî vebûbûn,
ko xal û zulf û biskên perîrûyan di helbestên wan de hil bûbûn?!
Ma rast e ko me ava destên te gerikî kiriye, me nîrê bindestiyê û firtonên dilê te ji ber nekirine,
ma rast e ko me alên veçiriyayî ji newqa şevistana te venekirine,
ma rast e ko helbestên me têra giriyên te nekirine?!
Dengê min birîndar e ey welatê birînan!
Navê te di dilê min de winda bûye ey welatê berbejn windayî..
Ez çi bikim?.
Qebqeba kewan di pirtûka te de asê maye.
Jena dost û hevalan di axa te de veşartiye.
Germahiya evînê di çavên te de nimandiye.
Kevnariya birînê di bin zimanê te de tewiriye.
Kulîlkên dîrokê di xwîna te de dilerizin.
Girtiyên westiyayî di nermebarana te de diderizin.

Em dê ji kîjan xwînê; ji kîjan birînê, ji kîjan sosret û matmayînê dest bi çîroka te bikin ey welatê perşikestî!
Ey welatê kavil û goristanan!

Ey welatê kuştin û serjêkirin û wêrana ebedî!
Ey dijminê serê xwe!
Ne derya xwîna te razanê dipejirîne û ne jî pêlên xwe yên hovane ji ser peravên xewna sêwîmayî, vedikişîne.
Xwîn welato!
Roj bi roj çemê xwîna te mezintir dibe û kulîlkên peyvê li ser termê te diçelmisin.
Ewrên te bê baran in.
Bagerên te bê çinînin.
Berbangên te bê çurisînin.
Zeviyên westiyayî hildiperikin bejna şîniya te,
Pêjna bareşa giran û sergêjahiya hespên te; hemî rûpelên weryayî yên tenhatî û serhişkiya bîhokên te; ber bi derya xwînê de,
bê tembîname, bê qublename, diçin.
Diçin û hevîrtirşê xewnê di şaneyên xewna me de tirştir dikin..
Diçin û têkçûna te di hişê hebûna me de kûrtir dikin..
Diçin û bîna mirina te ya rojane di ferhenga mirovatiyê de tûjtir dikin.
Diçin...
Govenda te neviya kuştinê ye.
Stirana te dilsojiya giryanê ye.

Tu yê çawan xwe,
Çawan me
Ji vê labîrênta kovanperest rizgar bikî
Ey keriyê bê şivan!
Peyvên te wisa erzan li ber bê diçin.
Çirên te wisa zelûl bê xaçerê dişikin.
Sozên te wisa bêkêr, sînorên te asê,
Ne tu toza bîranînan ji ser çavên xwe dadiweşînî,
Ne tu ji rûreşiya dîroka xwe fedî dikî,
Û ne jî tu "nema" dibî dijminê serê xwe.
Halan e welato!
Hevkêşa kurdên sedsala bîstan e..
Guman e welato!
Nav in,
Sirûd û êvarên xav in,
Bêdengî û xwelî û demsalên bêgav in..
Şevistan û rêçên bê biryar in,
Bajarên dorpêçkirî, nîveroja kelegirî,
Û dawiya te her destpêk e.
Xwîn ji xwînê derdiçe.
Kîn ji kînê diafire.
Jidayikbûna te mirin e.
Mirina te jî
Di çeşnê tinaziyê de ye!

Erê Welato!

Birînek e lê çar xencer in
Gulçînek e lê çar leşker in
Hawarek e lê çar deng in
Biharek e lê çar reng in

|||

Çar zevî bi çemekî ne
Çar gem bi devekî ne
Çar şivan bi pezekî ne
Çar pasvan bi rezekî ne

|||

Çar Zîn û Memek
Çar esman û temek
Çar talan û demek
Çar bîstan û lemek

|||

Çar mirin bi jinekê
Çar welat bi evînekê
Çar dîn bi dînekê
Çar agir bi gurînekê

Çar Misulman û gawirek Çar daristan û gurek Çar goristan û sorgulek Çar Kurdistan û goştxurek

|||

Çar rondik û zindanek
Çar landik û peymanek
Çar dendik û giryanek
Çar siwar û serdarek

*Çavkanî: Dîwan, Berhemên Giştî, rr: 261-274, Avesta, 2001
**Deşîfrekirin: R. X.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê