A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Newroz û Serbitackirina Qublenameya Giyan!
284 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Newroz û Serbitackirina Qublenameya Giyan!

1
Xwelibakirina agir
Xwelibakirina te, gurrêna wêneyên bişaftê di tava hêvê de - biskên te stiran in, qaçax in, şewatên navdar di herikêna xewnên te de, lêvên te yên birew di ùirisandina kenê hêman de, di serpêhati - sawa guran de, kulêlkan bi xunava agirênê dinuxumêne, bi ser bêdengiya çarmedor de hechecêk - mizgênxêran dibarîne.

Te ewrên mişt hêsir dikişkişand zeviyên çavlirêmana sermest, fîxana te gul vedidan û roka Sîpanê xwe bi awirên agirperestan dipêça, dûmana te dipêliya û hesreta dayikên reşgirêdayî, xewna bapîr û şehîdan bi xwe re winda dikir...

Me xweliya te bi hemû hişên xwînê ezber kir. Me jîndariya te bi çeperên matmayî parast. Me sûlavên xwe di naveroka rengê te de, di çepkên dîroka te de hilanîn û li ser spehîbûna sirûda oxirê, me cendek û buharên serberdayî raxistin. Me destên xwe davêt guliyên te yên zêrînî, me dilê xwe davêt nav guregura hewldana te û evîna çiyan xetîreyek bêrawestan bû...

Te xwe li bakir û şeva me xwekuştina pinpinîkên xatirxwestinê dihat xemilandin. Li ser zîzbûna ebrûyên te, li nik xwelibakirina stêrkên nûrijyayî, kerwanan bargeh û konên reş vedigirtin.

Ji bêçarî dihingivîn bejna binefş û lalan û li toza ahengên kevnare rast dihatin, serûkaşî rûbarên Mezopotamyayê dibûn û diweşiyan. Mîna pelên payîzê ji dara xewnê diweşiyan. Mîniya wan heft ber bû, û ji agirê şeva pîrozwer hesinkarekî rûbedew berbanga niştîman ya dijwar û çetin, bi giyanê xwe re, banga wêranker û boş dipijiqandin!

Ey agirên vê êvara kavilbûyê!!
Ey rojçêbûna şewata xunc û şaxan!!
Giyanpijnooo!!

Sersal e û lûtkên çiya yên payedar û xoşewîst, yên ko serê xwe danîne ser zendê Zendavista, yên ko bi qebqeba kewên kovandar û pirdax hatine lorandin, hêdî-hêdî xwe û bîranînên xwe dispêrin agirgeha rokê.. Hêdî-hêdî çirên bendîxanan vêdikevin û sîbera KAWA ji pencereya şeva zikreş diherike, perdeyeke agirînî li tazîbûna berfê dike. Rojeke nû tê, li tenişt berû û şengebîyan rûdinê. Agirekî newrozî ye û bi hilperikîna sînoran gurtir dibe.
Ferhenga bendemanê bi sema û tîna govendên rengo-rengo diqiçqiçine.
Ezmanê stemkar û nijadperestan ji nû ve xweliya êvaran werdigerîne zimanê kuştin û serjêkirina fenerên azadî û mehrevaniyê. Xwelibakirina te şox e û di çavên te de tovên lîlandineke bêhempa amade ye.

Li ser eniya te ey agirê dûrketî ji kezeba min, wê navên me yên şikestî û rengtarî geşbûna xwe bidomînin.

2
şahnaziya avê

Di neynikên te yî şelû de, tuxmên hewara xwe vedişartin. Nijdeyên hespan di toz û rewrewka rêçên te de, û girî û rimbazên bînçikyayî berbendan hiişyarî dilovaniyê dikin. şahnaziya te bi me dadibû, em tîtir dibûn û bi salan tov û terkên xewnê tî diman. Tîna kezeba me bi lawik, xoşxan û dîlokan nedişkest, lê di herikîna sirûda te de, di bîntengiya elfabeya te yî dilkêş de, di xaçerêkên xuşexuşa te yî rewan de biyabaneke zelal û keşxe dibişkivî.

Me nimêja xwe ya dawîn, nimêja herî dirêj di hişê lavlav û hîro de, li bin siya baskên FERAT kuta kiribû, em berzûrî jena dilê te dibûn, berzûrî esmanekî dergehgirtî û zeyzefûnên tirsyayî di lêvên te de dibûn. Me xwe davêt pêxêra Tembûra te, zû bi zû te bi tiliyên xwe yî hinekirî giyanê me mist dida û kenarên birêveçûna te bi derkêşana me yî bejindar şîn dihatin. Di xelmaşbûna çavên me de nexşeyeke bi simbilên bê baran, gulwazeke bengîn diteqiya. Keskesoreke rengtûj xwe berdida hedana lerza te û di gerdena te yî zîvîn de xwe diparast ji desthilatdarên ken û kêfxweşiya şevbuhêrkên te, xwe çem dikir hêlîna singa te, xwîna te dikeliya û canê te disincirî û qolinca te yî ko ji ber termê Helebçeyê mabû, ji xwe re, ji taya çiyan re, ji şebnema destê sibê re û ji çûkên malwêran yên bêrîkirinê re kiribû balgeha sermedî ya ji maç û rengên qedexekirî yên ala avê...

Ey avên vê êvara bextreş!!
Ey sorgulên vê Adara dilşikestî û radest!!
De kelekên şîniyê rawestînin.
De bedewbûna avê bilivînin.

De rêberên nenas di neynikên reştariyê de, bi qurtên ronahiya hêjayî hînî melevaniya bêdengîya sînoran bikin!

De di sersala bîranînên malkambax de, peşkên azadiya şepal bihingivînin mijankên Xabûr û stêrkên bizdayî dawerivînin ji spîndarên bendmana bêol!..
Av e û bi aviya goristanên belavkirî di ser dev re çûye...

Av e û cokên poşmaniyê dizivirin himbêza umîdên serjêkirî...

Av e û pêl bi pêl xwe dighîne reva niştiman û li ser kurtepista vê xewnê lehiya eşqê dipûnije, û gîhayê jibîrkirinê zarokekî avînî û girnijîna hetavê dizê.

3
Bûyer û rûpelên axê

Maka te ya ji hevokên cengê, ya ji veciniqandina talan û êrîşan, ya ko di gulîstana vê sosretê de guline birîndar û jibîbûyî diafirîne. Maka te û zingezinga hêz û betalyonan di bejna te de, bejna te ya ko me bi gulwazên rengînî hûnandibû. Ma kê em hînî stuxwariyê kirine, ma kê em ji himbêza te ya dilovan û berfireh revandine?

Hê eşqa me pîtanokên te yên kehrebanî bi şîr venekiribûn, hê tu di pêçeka şevên havînê de bûyî, tu di dergûşa bîranînên pîrik û dayikên xemgîn de bûyî, »bi guhdaneke nazenîn û bê vaj« tu bi hetava destê sibê re dikeniyayî, te çandina mêweyên hebûna xwe di werzên Rojhit de kuta dikir, em ji bi bîhok û hirmiyên te, bi xwîna maka te ya berfînî bi rivîna gerdenîka te yî dilrevînî nehatibûn kedîkirin.

Me dilê xwe ji şûnşopa axa te guvaşt, me canê xwe li ber gavên te vedida, lê hemû koremar û tûpişkên di bin çermê te de, bidilşadî, bi rojçêbûn û rojmirina me vedidan...

Me xwe newqî şîlan û sosinên te dikir, me bi hayedarî deşt, zozan û daristanên te mist didan, me karexezalên te, pezkûvî û keroşkên te parastin ji çavnebarbûna biyaniyan, û tu di kulîlka emrê xwe de bûyî ey xaka ko ji ber sîm, dahol û leşkerên tolaz mayî!!.

Em.. Neviyên te yên bê nav û paşnav. Tuxmên ko di zikê MîDYA de hatin avdan û perwerdekirin, pîkoliyê, dîlîyiyê, xwîmijiyê em dan ber pêlên xwe û mîna qirşikên li ber bayê, em li ber vîzevîza axîna qulopazîhev dibûn û mîna qeyikine bê melevan, em di lehiya gazî û hewarên te de çûn destê mirina bê bav û dê û careke din em li dilovaniya te poşman dibûn!

Ey axa tarîstana kurdnas!

Ey balendeyên Newrozistana ko nayê bilêvkirin, ey çûkên sergerdan. Ey goristanên ko di pencên axê de çavvekirî xew kirine!!

Werin! Ax e û bîna xwêdana bapîran ji awazên çiryayî difûre..

Kildankên baajar û gundan hildiperikin mijankên westyayî, giryayî û ji bazinên zemîna diltenik bêperr mayî... Werin!!

Li ser bergên sotayî yên vê êvara dadayî hevdîtin ditewire, û ji qirika vê bahozê dengê bilûrê zelal û hêmin diherike.

çar qulingên perşîrkî, bi hev re li esmanekî nûhilatî temaşe dikin. û bi dilsojiya stirana axê xwe dadidin asoya firînê...

Bi cejna arînî me serdemên te bi dar vedikin û ma¨îkirina hinarkên te mebesta pêdariya me bû. Jiyana me bi çemên te dest pê dikir û hebûna te jî bi mirina me herikandina xwe berdewam dikir.

Bi tîrêjên maka te di lalbûna şevê de, me dida dû sîbera rûmetê, û herdem desmalên şîniya te, çerxên berbadbûyî yên ronahiya te di guldankên tenhatiyê de şîn dihatin û bi rondikên gunehkariya bêpayan hişîn dibûn, ey axa ko por sipî kiriye ji bûyeran.

Bihara 1992-an
Helbestên din ên Helbestvanî/ê