A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Li Wir Bimîne
1215 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Li Wir Bimîne

li vir bimîne
keskê zeytûnê,
xuşîna serkaniyan
di dilê helbestê de biçîne
li wir bimîne
û xewna min ber bi axa sar ve bişîne

li wir bimîne
teşîrêsan hînî tîrêjên êşa min bike
û bi teşiyên bêhûdeyiyê xewnên min birêse
toza kenê xwe ji ser cama dilê min daweşîne
lê li wir bimîne
di nalenala peyvê de bimîne

li wir bimîne
da ku ruhê min li ber keviya lêvên te
bi azadî ji bo azadiyê bilîlîne
li wir bimîne
da ku darbesta li ser milên bagerê bi tenê nemîne
li wir bimîne
da ku dilê xwe derxînim
xwîna xwe bi navê te vêxînim
û nameyên evînê li ber lingên tirsa te raxînim

li wir bimîne
berî barana bêrîkirinê bibare
berî bager biskên te bibîne
li wir bimîne
min bi ser xwe de birijîne
û di ferhenga dilê min de bimîne

li wir bimîne
nameyên poşmaniya min bixwîne
dilê min veke û xwe tê de bibîne
ruhê min veke û ji min bistîne
helbesta min jî veke
û li goristanên vê Rojavayê bigerîne

li wir bimîne
hetanî ku hezkirina min ev e
bila dilê te ji min nemîne

*Deşîfrekirin: R. Xendekî (ji ber dengê wî)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê