A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Dîsa
690 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Dîsa

dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min,
pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn
û bazbendên bejna te dikin.
dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min,
pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te
û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.

dîsa gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te,
bîna xwe ji sêvên te, didizin.

dîsa zîvên gerdena zînê,
di şemala gerdena rojçêbûna te de,
di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin.

dîsa şewatên ferhenga bîra min,
serxet û tirsegavên bêrîkirina dapîra min,
sertaca amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.

dîsa bendên axê, bîna rihana destê te
û pirtûka êşa stêrkên sînga te,
çîroka aferîdeyên ji tozê,
ji miriyên xoşewîst re dibêjin.

dîsa hineya porê te,
di asoyên sersomiya min de,
sawa şevistanê ji bîr dike.

dîsa bişkojên bişirîna te;
ji nişkê ve nermebarana nêrîna te,
paytexta seferê pîr dike.

dîsa wek dara hinarê ya ji westana dayika min,
li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.

dîsa wek çûkên destê sibê,
li ser şaxên metirsiya te,
di bêhûdeyiya navê xwe de , radiperim.

dîsa zingîna zencîran pêşkêşî sermageriya tozê dikim.

dîsa leşkerên pêxêra dîroka te radestî xencera dozê dikim.

dîsa xweliya dengên xwe û bêzariya rengên xwe
û giryana cengên xwe li ber lingên te radixînim.

dîsa çira hevdîtina mişextên mirî,
bi dudiliya duryan û bi kêlikên velerzînê,
bi nehwirînê, dişikînim.

dîsa di kavilên xwîna xwe ya windayî de
di wêrana birîna xwe ya rizyayî de
di dûmana axîna xwe ya serberdayî de
qebqeba kewên te, desthilata dewê te,
êşa berboriya te dikişînim.

dîsa pişta xwe didim dilovaniya ava te
û berê xwe didim reştava te
û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.

dîsa wek çavkaniyeke kûvî,
ji keservedana te der diçim
û zeviyên matmayîna te de,
di sirûdên zayîna te de, diçêrim
Helbestên din ên Helbestvanî/ê