A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Dastana Şêx Ehmedê Huseynî
752 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Dastana Şêx Ehmedê Huseynî

Wê êvara ji beybûna lêvên axê,
di pêçeka velerzîna tawanbar de,
di hêlana hesretê de,
lorînên çolistanê ji ber dikirin
û temenê xwe yê ji çel û sê sirûdan
li ber zingezinga lingên babelîskan radixist.

Ewrên mêşinî û sergerdan,
dûya cigereya şevê
ber bi henasa gulhinarên çarenûsa wî ve,
pêl bi pêl, dihat
û zîvê vebêjiyê bi ser xêzên rûreş de diherikî.

Peykerên ji tem û morana xatirxwestinê,
di bîbikên mest ên tavsorkê de bilind dikirin.

Bajarê xwe yê ji tûyên şermende,
pîrevokên ji bîhokan
û darên xwe yên ji kirîstala diltengiyê,
xwîna hirmî û hejîrên xwe,
serpêhatiyên nîvçe
û çîrokên şkestî yên bêzariya evîndarên xwe,
wek rengên tûj û serberdayî
yên xeftanê dayika xwe,
radipêçandin,
û di terkên zêrîn
ên tawanbariya kewên temenê xwe de, vedişartin.

Li tenişt şevbuhêrkên dastanbêjan
babelîskên qayîşkêşana xwe berhev dikirin,
li ser tixûbên bê alî yên ferhenga westanê,
amancên xwe bi dar vedikirin,
li nik asîtana dilsoj a bêbextiyê
li xwe mikur dihat
û wêneyên xwe,
yên gerikî,
di ayîneyên tozê de dixwendin.

Avên mirinê,
yên dûrbîn û ronak,
bi jena dilan didîtin
lê ji çerxê bawer nedikir.

Destên goristanê,
yên pîrozmend û narîn,
bi guhan dibihîstin,
lê rûyên sedreng ên giryanê nas nedikirin.

Dilovaniya kêlan
bi ser ebrûyên peyvê de dirijiya
lê hestên xwe ji xwe nedikirin.

Aferîn ey aferîndeyê azara awazamêz!
Aferîn ey ahoya hoyên asan yên serîhildana tûtinê!
Aferîn sed aferîn şêxê gulan aferîn!

Li cihekî ji van cihên asê
yên keleha hişê xwe,
li şûnşopa darbişkêvên nalînê
û li pirtûkên dadmendiyê digeriya.

Kuçeyên bizdayî yên stiranê
û îstgehên birîna xwe
bi hesteyê dîroka tozê vêdixistin
û li ser keviya tûj û giyankuj
a darêjgeha evîna xwe,
pêrgî gulistana rûyê tobedar ê şêxê Senan dihat:
- Ew dilê reben çima wisa di nav destê te de dilerize şêxê gulan?
- Daspartina "Sîpanê Xelatê" ye,
ez dê mîna serpêhatiyeke kesk,
bi rimbazên "Atînayê" re,
ber bi dargerînka zimanê "Hîrodots" ve bihinêrim.
Ez dê tembînameya kulîlkan ji boyî hejariya "Diyojînos" ragihînim.
- Zimanê xwe ji lîlava dîrokê dawerivîne
û keskesora xewna xwe
di gizingê de
hînî himbêzkirina jiyanê bike şêxê gulan!
- Jiyan newêrek e kurê min,
xwe nêzî rivîna gotinan
û derbirîna gazinan
û sermestiya welatan nake.
Eger berê xwe nedim Ermenistanê,
dê rasteqînî ji xewa giran a Stokholmê hişyar nebe,
dê mîrê evînê,
di xelwetgiriya xwe de,
li bin guhê gumanê nekeve
û dê keziyên "Selma"yê bi çavlirêmanê nehûne.
Dê serdema pêxwas û bazirgan û sextekaran
li xwîna te mikur neyê!

Av, ba, agir
û tîniya axê
û hespên taristanê.
Qirçîna parsûyên tarawgehê
û sergomiya di bixûr
û di xwelîrengiya esmanên tenhatiyê de.
Li vir,
li kurtepista wêneyan guhdarî dikir
û di bêt û nêta berbeyaniyê de
diqurmiçî, diqermiçî.

Destnivîsên mişext û evînbazan
ji giraniya sîbera demê dadiweşandin
û bîna binçengê jinan
ji pişkên êvara xwe re dinasand.
Zemawendên dapîra te diherifin
û mizgeftên hebûna te nayên zeft kirin.
Serê dastanê
bi gulava gulan dişûşt
û berzûrî gulvedana kenê dayika xwe dibû.
Çûkên kêfê ji sînga wî difiriyan
û mewîjên xalê wî
li pey heyva sînoran digiriyan.
Guliyên gawirane yên sirûdê
bi hineya seferê dinimandin
û ber bi dastanbêjan ve sernisîv dibû:
- Tizbiya te ji karbanên bendemanê ye?
- Nexêr, ez ne karban im,
keskahiya sistegavên zimanê te
û govendgerê agirvedana giyanê te me!
- Lê "Ermenistan" di kela kîla dilê min de
gazî karbanên helbesta te dike.
- Ez avbest im,
spîndara gewriya "Biyazîd" im
û nimêjgeha dengvedana "Nîsanî"
û zingîna bendên wiryayî yên bazbenda "Nalî"yê bengîn im!

Gulgenimên temenê wî
zer dibûn û li ber tava regezperest
a dastanê diseridîn.
Tavên wî ji rûyê wî diketin
û tevna zimanê wî
rakêsana kêferatê haş dikir.
Li vir dimînim.
Li vir,
wek ko cara pêşîn dê mirin ji dayik bibe,
dimirim.
Li vir dilê xwe pêskêşî mijê
û kulên xwe radestî bûkên xemsar ên deryayê dikim.

Her li vir,
di darbesta dilê xwe de,
pendên "Odîsyos"ê sergerdan werdigirim
û li ser eniya "Trawda"yê dîlana agirperestan li dar dixim
û berî ko bibim keleka demê,
dimirim.

Berê şewata xwe
dida kontara çiyayên ji serhişkiya kewan
û ji poşmaniya keştiyên pêxemberên gîha û çirayên şîn.
Bi hevîrê tirsê dilîst
û bi qulingan re dipeyivî.
Çel û sê salên kovandar,
bi herikîna zivir a demê,
dixurandin,
û riha xwe ji ber devê riya bagerê dida alî.

Zaroktiya çiyan
di çermê wî de fêrî çarpiyan dibû
û şkeftên kûvî
ber bi gurmîna viyana wî ve dihatin.
Stiriyên hawarê di xewna wî de dadiçikiyan
û nasnameya xwe ya hovane
dida ber zixtên nermebaranê:
- Tu ji bo çi
rûperiyên êş û "Zîn"ên giryanê hildibijêrî şêxê gulan?
Dipirsî
û xwe dispart zimanê gulwaza gerdeniya "Cûdî"yê dilovan.
- Li vir roavahî şehîda dîrokê ye
û di lajewerdiya tîr û ter a sawê de
hismendiya peyvê radipere.
Min nedixwest baskên rojê
di xwîna min de hîmên evînê damezirînin,
lê sirûda dengê min
û xoşxwanên pêlên bêdengiya min
û salên pîremêriya demsalan,
di rehên vî çiyayî de dihêwirin û geş dibin!
- Û berbiskên dastana te
yên ji erxwana cengê,
yên ji pêdarî û bîntengiyê,
yên ji cegerdarî û halanê, şêxê gulan?
- Tu tist ji peyvê erzantir nîn e.
ji xwe bipirse,
ji xwelîdanka temenê xwe
û ji dengvedana bêcir a şehîdên doza şahberûyan.
Ji nivîskarên "ji nişkê ve!!" yên "Stokholm"a paytext.

Di pirtûka veçiryayî de
li taxa jorîn a hişê xwe digeriya.
Li bîra gund û li werîsê jiyanê û li çirika çîrokên qedexe.
Li kadîna razên xwe û li pîrozbahiya maça xwe ya pêşîn.
Kunciyên bejî
ji ser pîtanokên nîveroja Botanê dimalandin
û sarezayiya çêjwergirtinê
di memikên "Amed"a nexwes de nas dikir.

Li pey rewrewkê
ber bi efsaneya rewrewkê ve diçû.
Rondikên hetavê li çolistanê direşandin
û "Toros"ê hêmin di wêrekiya maçê de ber bi xwêdana xwe ve radikişand.

Bi tena serê xwe
û bi stêrkên dilê xwe dihat
û li ber desthilatiya bîranînên xwe radiwestiya..
Rûyekî ji kevir,
navekî ji kevir,
warekî ji kevir,
baraneke ji kevir û Amûdeke ji kevir.

Dipeyivî û nedipeyivî.
Dima û nedima.
Dimir û nedimir.
Dipa û nedipa.
Didît û nedidî.
Dibû û nedibû.
Dibû dû,
dibû ardû,
dibû berbû
û hechecîka seferê jî dida dû.

Çel û sê salên wî bi çargavkî dihatin
û di gerdeniya "Çarçira"yê de wenda dibûn.
Bişaftina "Qazî Mihemed"ê matmayî,
matmayîna wî dorpêç dikir.
Ji destê bîrtûjiya xwe direviya,
xwe davêt himbêza dayika xwe
û li rêzên rêzdar ên cendekên ronahiyê dizîvirî.

"Keyqobad"ê vewestanê
toza "Nînewa"yê bi xwe re dianî
û xweşmêrên "Soparto"yê govenda dawî
li ser zikê "Çaldîran"ê li dar dixistin.
Pinpinîkên keftelefta "Berzanî" diwestiyan
û li giriyê zersoninên "Pîran"ê dipirsîn.
Bes e! Reşgirêdana te payedariya gerdûn reş dike.
Bes e! Tovê gumana te nalîna pirsê geş dike!
Bes !. Zeviyê bîra te ewrên bîrê dabeş dike.

Cih cihê min e,
ji balendeyan re digot.
Dudiliya min gergerînek e,
lê goşiyên peyvê û rûpelên qonaxê ji dayik dibin,
ji salên xwe re digot.
- Çiyan bi alên xwe yên spî daketiye
û tu jî bi giyanên mirî û bi şengebiyên talanê, dadikevî?
- Ez xwîna nûrijyayî ya neviyên xwe bi xwînê dipesinînim.
- Xwîna xwe ji nimêja eşqê biparêze?
- Ez li vir im da ko jiyanê bikujim.
- Lê çima tu di nihalên gizingê de nehwirînê bi kar tînî?
- Piştevanê rezên qîrîna xwe me.
- Û şêxê çarenûsa dilberan?
- Li wir, li pey sîberên hovane yên demê,
li pêjna bareşa giranbuha digere.

ŞÊXÊ SENAN:
Were
xwe nêzî teqîna dilê min bike,
neynûkên şeva xwe ya aziryayî
di mista min de bihêle û asoyên vedîtina xwe
di esmanê nostaljya min de berfirehtir bike.
Çel û sê salên xwe bi hişê min ve baş bidrû
û deryaçeya axîna xwe
di bêdengiya xatirxwestinê de bilorîne.
Sergêjahiya xwe
hînî gezoyê bike û şîrikê zimanê xwe bi bilindgoyan biparzinîne.

Arezû min diêşînin û nefelên li xwemikurhatinê
di xewna min de ber didin:
"Kovanên mihirdaran
Bê hed û bê ijmar in
Tîr tên ji hesaran
Sed car û sed hezaran
Xedengên di nûbaran
Nihên li dil dibarin"

ŞÊX EHMEDÊ HUSEYNÎ:
Li bin siya darê,
dara hinarê,
diya xwe tûre dikir û
çirûskên Kurdistanê
bi ser metirsiya wê de dipijiqandin.
Diya ku bi teşiya xwe
goreyên qederê dirist û bi dilbijandin
li ponijandina bavê wî dinêrî.
Hêveron vedixwar
û cihê xwe di goristanê de agadar dikir.
Bilaçemkên surdariya wê
li bin guhê kovna jiyanê diketin
û bindeqên bişirîna wê dişikandin.
Çavên wê dixwestin tiştekî
û rondikên sincirî dixwestin tiştekî dîtir bibêjin:
Tîrêja awira dilber
Wek rima destê rimbaz e
Bi naz û sema û leşker
tête xwînê şubhê baz e
Min digotê ey gulîzer
Dil mirina xwe dixwaze

ŞÊXÊ SENAN:
Rêçên Erministanê
di sêdarên bêrîkirinê de dest bi xwekuştinê dikin.
Ez dê di navbera mirin û jiyanê de
darên xwe av bidim
û lêvên qerisî yên yara xwe bi şînahiyê bixemilînim.
Ez dê gurîna sirûdê
radestî guliyên dadayî yên sersomiya te bikim
û ez dê razên evîn û dînbûna xwe
li ser keviyên awirvedana "Mezopotamya"yê raxînim.
Di wê kêlîka beravêtî de,
dê firişteyên dîrokê xwe ragihînin axînkêşana te
û dê giyanê te li ser devê kêrê bireqise.

ŞÊX EHMEDÊ HUSEYNÎ:
Ez dê co û bercoyên temenê xwe
di ariyê de raperînim
û pêlên ji kefa demê di zimanê xwe de perwerde bikim.
Ez dê sûlavên hedana xwe,
di pêçeka xweriştê de rût bikim
û kendavên laşê wê ber bi berçavka tenhatiyê ve rakişînim.
Hingûr bi hingûr,
nîr bi nîr,
çîmen bi çîmen,
perjan bi perjan,
sawîr bi sawîr,
rojgar bi rojgar,
ez dê şekirên zimanê te bixwînim
û hespê xwe bi zîn û rikêb û lixêvên şevnemê rapêçim
û ber bi dilbijiya mûmdanka te ve bigindirim.

II
Wê êvara ji beybûna lêvên axê,
sirûda şaneyên wî zuha dibû,
"Asxîlos" rêçên bêhûdeyiyê kedî dikirin
û goştê keroşka qederê dibiraşt.

Esman diderizî,
barana zaroktiyê diliviya,
xwelî dibariya
û dengê dastanbêjan dihate birîn.
şînîgirî di dergûşa xwe de diqîriya
û dayika wî lîlandinên bayê bertavê ji bîr dikirin.
Goristaneke bênav bo xwe ava dikir
û bi kefenê birayê xwe digirt da ko evînê bi xwe re nebe.

Li îkoneya dîwêr temaşe dikir
û serê xwe li ser kevirên gorê datanî.
Mirî dihatin.
Birayê wî dihat.
Diya wî dihat.
Hevalên wî dihatin.
Xunav dihat û tizbiya bavê wî dihat,
lê ”şêxê gulan" nedihat!
"Asxîlos" nedihat!
"Kafafîs" nedihat
û "Îsakayê" bêriya pêjna xweliyê dikir, li helbestan dipirsî.

Li paytextan,
wek ko cara dawîn be, temaşe kir.
Dilê wî bi tinaziya wêneyên nivîskarên Stokholmê şewitî.
Li wêneyên rasteqîne yên serdema şêxê gulan geriya û got:
Dibistan dibin"Qereqol!!" şêxê gulan!
Yadîgarî dibin çol şêxê gulan!
Mirov dibin sol şêxê gulan!
Pênûs dibin dahol şêxê gulan!
Evîna te jî dibe tol şêxê gulan!

Di heman êvarê de, gezgezoka temenê xwe
û di heman mirinê de, cegerdariya evînbazan
bo nîgarkirina nexşeya çiyayên şîniyê hest kirin,
çel û sê goristanên westyayî ji sînga xwe berdan
û bi hêminî
pêçeka xwe pêça
û lorîna xwe lorand
û pênûsa xwe şkand
û di nav porê hevrêşimîn
ê "Birca Belek" de pêrgî dastana xwe ya rizyayî bû.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê