A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Çarçira
837 Xwendin
8 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Çarçira

YEKÇIRA
1
Çiqasî tî bûn çiyayên te?
Rewrewka hesinî ji xewnên Dimdim bû
çiqasî di derya jînê de karwanên te
perwanên te mirina şevçiraxan dîbûn?
Av bi zimanê "Pîremerdûn" diket
evîna me, gulçîna me, govenda gulan,
ji buhara şûr û riman dadiket,
qevdek ji roka şkestî
mistek feryad û serbestî
ji guHstana birînê derdiket,
li nik mij û keldumana ziyanê
zuha, bêbaran û bi tenha radiket.

2
Xewna te li kû ye Xwedayo..?
Û keskesora yanzde rengî
di esmanê şevê de dilikume
te em bi şîrê şêran xapandin
te em di gerdenîka komarê de civandin
û AHOREMEZDA di bayê sibê de
di lerza mûmê de livandin
û guhanê SABLAX va ye
bi tiliyên te dinixume..
ma te ha ji neviyên xwe heye..?
Hişê me di sînorê gemamê de kerr bûye
êvara ku şilêr tê de kuştin
va ye di birîna guldankê de werbûye
teyrê berate ro li nîvro
fêrî goştê me bûye
û tu jî bi ser de çûyî û kenê sorgulê jî bi te re çûye.

3
Ewrên bêrîkirinê
xwe ji sê hawîr li te digirtin
dergehên dîroka ji xweliyê
bi dû Mezopotamya de digirtin..
Komara ji xunavê,
ji werzan û tavê,
ji bejna sûlavê,
ji destên te ên yasemînî radigirtin.
û me newqa çiya,
baskên giya,
dagirtin bi mêran û egidan
daristineke tirs
ristikek pirs
te da ber xumexuma şehîdan,
û zinarên zirz î miz
mişt dibûn bi pezkoviyên aramê
serdema şît î xiniz
dijminên çavsor î diz
bûbûn kevan
pelû dibûn mîna guran
qirêj dikirin pîrozbahiya gemamê.
û dilşadiya şîrgermî
bîranînên sedcar..
Yekçira xembar
çarçirên kevnar
Dafên te bapîr û lavlavên te
her çar şîlanên jîndar..
bi ser kêferata me de piç bi piç
mirin bi mirin daketin xwar.

4
Û Qazî!!
Tarîbûn di hilma şevê de
tîrtir bûbû giyanê te
ê ji çavlirêmana gîhan
di serhişkiya bayê kur de
şîntir bûbû
xencera te ya ji Xelat û Sîpan
di azadiya ber tavê de
zingarîtir bûbû
qada merd.. rivîna bada te ya bi derd
gezoya talanê
di bêrîkên gwîzê de
sersarîtir bûbû
zimanê te yê ji lalan
ji destpêka jena nîştiman
di devê berfa sor de tîtir bûbû.

5
Wê gavê
me rexên sirûdê bi nermîn kolan
lê bêbext bû hişê "şehrezad"
me xaçerêkên xewna te
bi tûj-rengên balgeha Zîn kolan;
lê bêbext e evîn ku ji ferhenga Xanî be
Mîtra li me vedigeriya, disincirî
Baba Tahir xwe radipêça bi helbestên kelogirî.

6
Wê gavê Kawa di çarçira de vêdiket.
Anahîta diçirisî li ser hina xwîna te
dilê te ji ne`ne`ê kesktir bû
hawara benefşan
raperîna zime û deholan
çi li bejna agir bûn
hêlînên kevokan
ji cubbê te dipekiyan
cendekê Gelawêj
Zendavista û dengbêjên bênimêj
li dilovaniya Laleş vedigeriyan.
Û Qazî!!
Koremarekî ji milên Zehak
di hubra Şerefxan de radiçikiya.

7
Wê gavê
me bi hêsrên xwe bang dikir:
Yekçira ye
û kerkerên mewîjînî,
hê penaberan ji keserên Mahabadê
nepîvane...
Yekçira ye
û goristanên bêkêl
hê di hinarkên berbangê de
ne xuya ne...

DUÇIRA
Zistana xemgîn, du çirên zêrîn û kulîlkên Komarê ji tenûra
bendemanê derdixistin..Bi gullebarana bêol û dîn
Kuliyên wê, guliyên wê, weliyên wê diristin.. Kîn e, talan
e, xwîna kewan e, bi ser guliyên berfê de dadixistin.

"Eger
te bi qurtek av
ji Deryaçey Mahabad
tîna xwe şikand. . .
Eger teji bêçarî
dengê xwe di dîrokê de
çand...
Eger te devê xwe
ji lepên şebnemê berda. .
Eger tu bûyînûner,
siwarê mehîna derda
Eger
te kuç û kolanên sor
derbas kirin...
Eger teşîrêsan
teşiyên
xweyênjixwînê
di hişê te de rakirin. . .
tuyêbizanibî
ku tu gihiştî sêdar
û canê Kurdan..."

Û çirîskên qaşa gustîlka te,
sirra miskê dipêliya li ser
kenarên wicdanê te
û karbanên tizbiya felekê
ku yekoyeko li ser darbesta
Komarê radixistin
û hatin
zikreşiya wan di çavê wan de
rimbaz û serbaz di gava wan de
derbas bûn zîzbûna şevê..
derbas bûn navika sêvê..
derbas bûn hêlîna çûkan..
derbas bûn bişirîna bûkan..
em di oxira tûj de daleqandin
mayinên şîniyê di me de teqandin
wê gavê..
her du çirên westiyayî
pîjên roka çiriyayî
û xweliya ji ber renga mayî
ji goristanên me derdihatin
Em bi dû şopa te ketin
sînorên te ji çermê me diketin
ta ku em di Sîbîrya re derketin
sal bûrîn
di seqem û xwelîdankan de digevizîn
li ser balgehên bêrîkirinê dilerizîn
wê gavê
perwana te bi agirê dilê me haş bûbû
pêdariya tûyên Şino

bindestiya berûyên Balanbo
û rastiya baranê şaş bûbû
lê hê em zarokên te ne..
serê me ji lêvên çiya nermtir e! !
Dijmin bûye dost, rih nebûye bost! !
Û kew...hew dibe dijminê serê xwe! !
"Merqeda" te li kû ye Qazî
Ta ku em bidinê berê xwe ! !?
Ta ku kûrekûra Ûrmiye bimiçiqe...
ta ku Zê bi xeml û xêz
ji kenê hîman bipijike
ta ku zirta me jî
di nav tiliyên te de bixeniqe.
Em neviyên te ne
kenar in ji bo bihurîna navê te
mişext û bêwar in
hildiperikin dawa te
komarxwazên şîn in
sermest û dîn in
diniqutin ji sawa te.

"Li nik
tirsa xizêmzîvê..
li cem
raperîna siya behîvê
li ba bêdengiya
çemê axînê
ligel
arama
şaxên birînê
bi dîwarê zindanê re
bi ferhenga kovanê
li nikdîlanê
çîrokên talanê
mirina baranê
fêr dibû
têr dibû
ji hezkirina jiyanê."

SÊÇIRA
Mem û Zîn

Tiliyên we yên bê xelekên nîşaniyê
bi ser ava Botan de diweşiyan..
dîwarên Birca Belek dilên bêkelek
li gel tac û gulwaza Komarê dimeşiyan.
pelên gulbuhar û lalan
winda dibin bi cobaran
birûsk, payîz, hevdîn, rojên bitîn
bi ahengên we re dinalîn û diêşiyan
şev e Zînê
tevlîhev im
dûrî te me
ji xwe direvim
were dînê carekê binoş
vê şêniyê
ji min bidoş
çavên te bûn bo dîlokan
bo rojhilat û pîrhevokan
çirên te bûn.. ewrên rûreş
ji gavên te bûn
ronahî bû
bendemana spehî bû
Mem
û axîn, ji şevreşê dikêşiyan..

Ferhad û Şêrîn

Destên we di penceran de xilmaş dibûn
qulingên westiyayî,
asoya bê ba mayî
roka ku bi pêlên kesk diçû ava
diyarî we dikirin..
koçer û kerî li we dizivirîn
xaniyên ji kilsa demê
şar û bangên li paş gemê
xwelibakirina nîştiman
lîlan û razan
di kezeba bendemana we de radibûn
û di derya eşqa pîroz de
kef û şîniya şîn hişîn dibûn
lê şêrînê
lê bîhokê
fermo dilê vê kevokê
çirên te bûn
diçirisîn li ser xwîna wan sorgulan
kewên te bûn
xwe dispartin kurtepista wan kavilan
rêwî hatin lê şêrînê
konvegirtin li dor birînê
bi tenha ye
gir jixewnaye
tu dilşad î!!?
Tu bînçikandina Ferhad î.
Bi lapûşkên wê zemînê..

Siyamend û Xecê

Sîpanê Xelatê
Di ser dev re çûye
bi pirsan, û muzîk û seyranê
qonaxa bê tevzînok di xwêdana
gavên Demilqiran de, winda bûye
pezkovî ne, li deşta dîrokê diçêrin
bêrîkirinê..rojhiIata xewnê dihêrin
şevên we, ava reş ji denê rokê vedixwin
stêrkên ne xuyayî
mirina çiran û oxiran,
perda hawarê li ser Silîva radixin
Lê lê Xecê!
Ne gelî ye
ne gilî ye
ne xwelî ye
ne jî sî ye
xwe dadidin şax û xêzên vê evînê
Lê lê Xecê!
Lê dayîka vê birînê
Siyamend e
ji elind e
xwe dipêçe li giyanê vê zemînê.

ÇARÇIRA
1
Yazde mehan stûn li bin perwazan vegirtin
Yazde mehan karexezalan
dilên xwe di rûyê rokê de nedigirtin
Mahabad û xuşkên xwe ji kêfxweşiyê digiriyan
Kulîlkên azadiyê, bi bayê berbangê re difiriyan
Lê belê hatin!!?
Hatin vebişirandina çarçira
ya zelal û dilovan
hatin xilmaşbûna qumefilan
li ser dêmên nîştiman
***
Û êvarek perşkestî bi dû de dihat
seyrangeha leşkerên oldar e
celladên Ey Reqîba Dildar e
Dilbijokên guharên te ne
Bi`okên avî û darên te ne
ûhat.

Nesrîn di destê xwe de kirin berbat
û Qazî tu mayî
Hevîrtirşê rojhilat...
Tu keskekî tarî û dilsoj bûyî
bîranîna her cejin û roj bûyî
serpêhatiyên me
gemameya başokan
kurtepirsa cangîran kurteçîrokên bapîran
erê, erê
tu çîrokvanekî bêwestan î,
zeyzefûn û biya bî,
zeytûn û kinêrên cêwî
guhên xwe miç dikirin,
di tovên tirsê de wêneyên te
hiltînin..
hişê zistanê bi heyvanê Çarçira
dimeyînin..
darikên sîwakê û lerza sêdarê
bi hev re ditepînin.

2
Wê gavê
em zarokên te bûn.
Keyqubad em bi nav kirine
Zeredeşt mîna qizwanan
mîna toza sim û karwanan
em belav kirine
paytextên spî, bêxweşî
hezar sînorî bi me veda
trên û gemî h me siwar bûn
şev û tenhatî di kenê me de rabûn
u..

Hê xwîna te di hêlîna çarçira de
zuha nebûbû
ji nû ve hatin
çi bi lez in ku tên Qazî?
Hê buhara Vasteras*
negihiştibû şebnemê bilorîne
gerdûnê ji bîr kiribû
ku çerxa mirina me rawestîne
hatin desmala te ya hevrêşimî
ya ku me li dor êşa dilê xwe girêdabû.
Gur in...gur in gur
hatin
desmal û dil bi hev re birin.

3
Wê gavê
bi lepên nalînê cergê çiyan badan
bi dû çil û pênc mûman de
lehiya êgir bi girî dadan.

4
Û hê jî em zarokên te ne Qazî
Te bemadin ji jîna xwe
bi te dijîn evîna xwe.

"Eger tu li Çarçira
bê rêber, bi çevger
û matmayî mayî,
Eger tuji tirsê tî bûyî
û tu ketî gergerînoka
belkoya esmanê sahî,
Eger te dilê xwe danî
ser destê xwe
û te kir qîrîn
li çiraxa wî Xwedayî,
Eger te tembiyên xwe
yên zelûl û sarkirin dar,
Eger te hirmiyên xwe
yên tirsok û jar, kirin mar,
Eger tu hingivî Mahabad
Tu bûyî xembar,
Eger tu ji çarçiran dûr ketî
tu di nav baxên bîranînê de raketî
tu bûyî sermest û evîndar.

12.09.1990-19.01.199I
*Navê bajarekî Swêdê ye ku qîxa Qazî Mihemed, Iffet Qazî lê hate
kuştin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê