A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmed Huseynî - Bûka Agir
848 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî - Bûka Agir

Eger hat û çiyan bi dilovanî destên berbangê ji pêçeka
kevirînî ya evînê deranîn...
Kelagirî di dilê Hekarê de geştir dibe, li serpelên axîna wê
î tûj - ji bêçarî - kew û dîlan hev dinasin.

Berbanga te,
di banga riziyayî de,
mat mayî
dilop dilop
bazdidejiseyranaşûr
kulîlkên bi demûşa şebnemê
yên bi nûçeyên dawa serdemê, har bûbûn
li pê te
li pê xizêma dilê te
gihiştin
xwe dahiştin pêla rewrewka dûr
vê taristana kûr.
Mêvanên te ne potîn û xewnên stûr
bagera tozê, romî û kûrekûr
serbazên çavsor, psîkopat
rimbazên bêcir î bigincir,
mirin,
mirina ku tiqiyaye cûr bi cûr
tiliyên te ji nifiran derdibin
şîşên birînan di lerza te de,
kerr dibin
û sibehên te şermîn in,
koçên xwe di mij û talanê de bar dikin
êvarên şîrkî di herikîna gezo de:
şûnşopan û çizeçiza dilan
hêlînên hêwî yên qulingan
sersariya rêvingan
reşgirêdana gulan
di ava maçê de, nas dikin
helbestên barana tirsokî
sazbendekî bêhiş,
tembûreke kod bixwîn
bext dane te,
rext dane te,
next dane te,
gulvedana termê te, sipas dikin.
DerabeHekarê!!
Li te gunehkarê
şevbuhêrka te,
dîrokatenûye...
şîniya te,
gavapayîzê zûye...
tu ar î,
tuneviyadûye...
bûkajigîhasêvkê
bêlîlandinûberbûye...

Şevger,
payîza pirçzer, digindirin
zarokên bi şîrvekirî,
çavşînkên şimakirî,
digindirin
zimanê jêkirî
xwîna xwe dimije, digindire
xwe çem dike
devê berbanga gemkirî
salên ji berû û mewîjan, çûn
winda bûn.
Bi hetava giyan re zîvirîn
û gindirîn
xewn ji hev ditirsin
hêsrên hinarkên zer diçikin,
zarok navên xwe, rojçêbûnên xwe
diçirînin
ne dilşad û ne dilşîn in
şagirtên serdema ceger bixwîn in,
lepên gundiyan bi lez
movikên xwe hiltînin
tarî bi gazin e ji tarîtiya xwe
tû dike rengê xwe,
dergeh tên girtin
bahozên zer poşman dibin
rûbarên sor ji keskesorê
bêguman dibin
zemîn têt xemilandin
seranserî Hekarê têt çirisandin:
bi maçên zuha
bi lêvên qelişî
bi sîngên sîngokirî
bi pêsîrên tazîkirî
bi Hekarê,... nîvsax
nîvsaxî mirî.

Hekarê?!!
De rabe ser xwe!
Rabe, zengil bide dest xwe
hemû rexên payîzê ji hawara te re
hatine afirandin
kolan bi kolan dilbijokên te ne
hemû gomepaşên tovên gwîzê
gor bi gor dilbijokên vedana te ne
dayîkên xwas
li ser bênderan
berzûrî pêxemberan dibin
sorgul guh nadin mûzîka baranê
Yezdanê pak û dilzarokî
Xwedanê not û neh navên fediyokî
ketiye serê dîlanê
Hekarê...
têkeve destên wî,
pêlekê ji xwêdana xwe bidiyê
lê xwe mediyê lê
lê lê bi qurbanê.

Payîz e Hekarê
de rabe gulokê
vexwe, wekû şûrekî di ber xwe xe
nalîna ti`okê
rabe ta ku em bi ava bîhokan destnimêj bigrin
mane:
rojhilat di xeftanê te de asê bûye! !
Rojava di çepkên te de çêbûye! !
Bakur ketiye paş çeperên şevê! !
Başûr bûye leheng û hozanê revê! !
De rabe bo min bêje:
kîjan darê ji dilê xwe re bikme kerker
kîjan darbestê
ji govenda birçiyan re bikime per
kîjan çiyayî ji hejmartina qamçiyan re
bikme ferheng
kîjan zemînê ji sifûda serbixwebûnê re
bikme pêşeng
kîjan helbestê ji naskirina hebûnê re
bikme sînor
kîjan mebestê ji gewriya nebûnê re
bikmetor...?
Rabe bo min bêje:
kîjan stiranê di bin çermê xwe de veşêrim
bo piyala serxweşiyê
kîjan lavlavê hilgirim
bi dû termê xwe de
bo şemala rûreşiyê...?
Kîjan peyvê ji te re bikme balgeh?
Kjjan xencerê ji pêşenîka te re bikime şeh?
Kîjan QENDÎLÊ ji cergê te re bikime reh?
Amade be Hekar!
Ez û tu bi tenha xwe ne
bo te şîn, bejna qirkirinê
ûçavênZîn..
bo min kîn
bîna bendewariyê
kêferata HEMRÎN

Hekarê! !
îro... min tu ji serhişkiya çiyan hilbijartiyî
îro ... min tu di albuma giyan de veşartiyî
îro tujînî,
dilrevîn î
bi vizeviza gullan jimartî yî
di riwê min de girtine, guliyên berfe
li ber çavên te yên hingivînî
sêdar kirine banga defê
ta ku /HEKO/ ne dawiya qîrînê be
ne mizgînxêra evînê be
ne goşiya çinînê be
ne xewna ax be
ne bûka taxê be
tên, ji çar alî, demsal û payîzên qerfê.

Bêdengiya te payîz e
mirin bi ser te de ket
gulwaz ji ferhenga te diherikin,
bê minet
diltengbûna te
li gullebaranê rast tê
dilê me bi ser te de dikeve/
welat dibişkive
di guharê berbangê de dilive/
tevzînok,
pîrhevok, te bi nav dikin
Dilop
D
i
1
o
P
Canê te li me belav dikin
H
E
K
A
R
Ê

H
Hawar e. Zixtên serxweş dihingivin gurçika rojhilat
Hişê hîman bi qolincan têt guvaştin
Dilsojiya pinpinîkan, hej û xwelibakirina gulan,
goristanên bîrtûj, bi tîpên reş î geş dinivîsînin:
xelat, xelat
husa hatiye serê kewan, romana bênav e
wişeya bêzirav e,
navnîşana felat e...felat.

E
Esmanê gerdenşîn e,
ewrekî sergerdan û dîn e,
dêmên teze û berberoka terikî xwe newq dikin
banga gulfiroşan ji xilmaşbûnê radikin
sînga germ bi aleke pîrozî şa dikin.

K
Kevok li hev dicivin
xwe dişon bi keskesora çiyan
xwe dadiweşînin ji ariya topan
xwe diçivînin
xwe digihînin hêlîna kilkirî û şaxên nîştiman.

A
Azadiyeke sor
bi poşên xwe perda bindestiyê diçirîne
bi quloçên xwe navê zîndanan
li ser eniya rokê dikole.

R
Ronî, nimebaran, rêçên tazî,
dastanên bargiran, çûkên şilbûyî, cejnên kûrdûnde,
bazên ku di xebxeba çiyan de dilebitin
ji pencên berbatê difilitin:
Kurd?!!
Kurdistan an Kurdistiran
gêrikên bê moristan
tiriyê merzone û
lêva sedsaliya bîstan.

Ê
Êş, keziyên hevrêşimîn dipêçin bîranînên şêlû û serserî,
di xewnê de dibin bîn-bîhok
çivîk û zarok te himbêz dikin:
Bûka Agire
Nazi k e
Lêvtenik e
Payîzxêr e, gimijîneke bi guregur e.

Hekar!!
Wê gund û şar
sazbend û gulbuhar bimrin
berberojên ku stûyên xwe bi dû rokê de xwar kirine,
dê bimrin
lê,
dê şilî têkeve şûna zuhayîyê
dê banga te aza bibc ji pencên bayê
dê şalê te raweste li bcr pêlên tayê
çûk, pepûk, taristan û neynûk
dê biweşin ji duriyana axîna dayê

Payîza 1984-an.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê