A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Egîtê Şemsî - Zivistan
426 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Egîtê Şemsî - Zivistan

Mija devgewr, ezman û ewr,
Mêşê mezî, rût û tezî,
Qiravî xwar, seqem û sar,
Ber-avê dûz, hesin û bûz,
Hêlma cabbir, kulî gir-gir,
Ba pê pê ser, çîk-çîk bager,
Kesê hêwî nabe rêwî...
Rûvîyê hêşîn dike weqîn,
Dirb, der û dûz sipî û pûz,
Derî û bac bin berfa eyac
Bendeê zar zaçê cînar,
Sayîa bi roj ce'hnmê û doj...
Pîrê piştxwar - dest bi têwar,
Kalê incûz - mehde mirûz,
Rojê giran û tiştê han
Eva te ra ay zivistan.

1964
*Çavkanî: twitter: @mount_ararat