A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Egîtê Şemsî - Kurd Çiya Li Xwe Yar Kirîye
175 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Egîtê Şemsî - Kurd Çiya Li Xwe Yar Kirîye

Kurd çiya li xwe yar kirîye,
Sura xwe li wan dîhar kirîye
Û ku dibe qûrîn-qûrtîn,
Ew kurdê welête bi kîn
Jorda li çiya dibin dêrî,
Şivan jî namîne ber kêrî…
Ha tên, ha tên, dibin heşêmet,
We dîtîye qet?
Ku bo rastîyê ça mil didin mil,
Kuştin hebe, rev nayê dil,
Çimku reva çiya jî tune,
Reva çiya dewr in, mirin e…
Û kurdê bendehiz, dilfire
Her dikare bo azaya xwe bimre

*Çavkanî: @mount_ararat