A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Egîtê Şemsî - Dibe Razaye
301 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Egîtê Şemsî - Dibe Razaye

Min xezalek dît li nav mêşê kûr bêxem paldayî,
Bisk û temorî bi kaw û kubar ber ra berdayî..
 
Sam û sawa wê dide li ser min û fenî qewal
Ça ber ziyaretê, o..., ber çok didim lê dibim hewal.
 
Alav û gulav daye li ser dêm, daye li ser rû,
Gelo raza ye, gelo çi derde dilê wê vedirû?
 
Destê min hêdî leriz û ricaf gerdenê li xwar,
Dibe raza ye, ew berda nagire zenda min e sar?
 
Dilkê min bi deng dike hîve-hîv, dike ringe-ring,
Wek salê zeman bi xof û ricaf dikşînim hezing.
 
Û tiliyê min ça devê dilê min girtin ew hinar,
Mêşe min hejî, li rûye min kişî pir selafa sar.
 
Dibe xirmaş e, yanê raza ye xwe xewê danî,
Wekî ranebe, bo nedime ber xwe ev deşt û banî...
 
Yan dibe gelo xew û xewnê da cem yarkî din e,
Heta mirinê pê ra stuxwar e, pê ra amin e.
 
Ax, na, derew e...bin destê min da şehdeye gendî,
Dilkê te yî har, ça teyra hevsar..wê diricife çendik bi çendî
 
1964
*Egîtê Şemsî: 1933-2002
*Çavkanî: @mount_ararat (medya civakî)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?