A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Edward Thomas - Serî û Şûşe
124 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Edward Thomas - Serî û Şûşe

Deverên jêrîn dê tavê ji dest bidin, alîsoma* spî
Dê ji dest bide vizîniya mêşhingivan;
Lê serî û şûşeya di keştiyê de pal dayî
Dê çu carî ji hev veneqetin,
Heta ku ez wekî nîvê şevê serma bikim, saetên min giş
Bibine kulîlkên bê mêşhingiv.
Mêrikî ne dibîne, ne dibihîze, ne bêhn dike, ne jî dipokile,
Vedixwe û hew,
Bi bêdengî, li baxçeyê ku qurmên daran tê de pal nedane
Bêdengtir.

*Alîsom: (Bi Îngilîzî, alyysum) Celebekî gulan e. (K. N.)
*Ji Ingilîzî: Kawa Nemir
*Çavkanî: yeniozgurpolitika.net