A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Edo Dêran - Rev
140 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Edo Dêran - Rev

REV
1
Ser meda girtin
Berbangekî kûr
Em du dira bûn
Eme destvala
Isdêrk hulduşiyan
Dîkê sibehê hê xew da bû
Em du bira bûn
Ketibûn pey belengaziya xwe
Derketibûn serê çiya

Siha me bû me ra hewal
Yek ji çiyayê porspî
Me nizanî bû
çiya nebêbext bûn
Mîna cendirma

11
Helîya
Berfa zivistana reşedirêj
Derbahare nuha
Gundî gi derketin cot
çar god cehêd me man
çELEDA

Em du bira ne
Dudu jî tiving
Ketine serê van çiya
Me zanîbû
çiya ne bêbext in
Mîna cendirma

111
Baranê destpê kiriye
îşEV

Mîna zalimekî heyanî sibê
Bêdew û darbe
Rûbarê dunê da
Kevir û kuç deng dane hev
Ser meda tê çargav
îşEV

Em du birane
Du ji tivingê MARTENî
Ketin serê van çIYA
Me zanibû
çiya ne bêbex bûn
Mîna cendirma
Helbestên din ên Helbestvanî/ê