A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Edip Cansever - Dengê Xwînê Tê Ji Desmala Min
532 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Edip Cansever - Dengê Xwînê Tê Ji Desmala Min

Mirov digihîje her derê
Ji tu tiştî dereng namîne lê
Kezeba min bibexşîne
Kekê Ahmet tu jî bibexşîne

Heke stûxwar im
Ne ji daxwaza dilê min e
Na qet ne ji vê ye
Ax Kekê Ahmet delalê min
Mirov dişibe warê xwe
Dişibe ava xwe, axa xwe
Masîyên li ava xwe
Kulîlkên ji axa xwe
Meyla mijdar a çiya û pesarên xwe
Dişibe rasta gewr a Konyayê
Rasta sor a Entabê
Dişibe ezmanê xwe ku ji hêstirên hêşîn e
Dişibe behra xwe ku ji nêrînên pêlpêlî ne
Dişibe xanîkan, kuçeyan, serê sikakan
Ew qas dişibe ku
Û dişibe hewşan
(Dil bi xelekeke bîran hatiye guvaştin)
Û peyvan
(Yanî dişibe dan û standina neynikeke berîkan belkî)
Û dişibe pirskirina navnîşanekê, rojekê
Dişibe rûdêneke xemgîn di kêlîka pirsa navnîşanekê de
Dişibe birrîna cambir, mevredkirina xerat
Wisa pêxistina çixareyekê, vekirina gazozekê
Dişibe mînîbûsên xwe, xanîkên li kevîya bajêr
Kovana xwe, derewên xwe
Bîrhatina wî tenêtî ye
Birîna wî bîra wî ye
Kêra wî hêstirên wî ne ku ber bi ziwabûnê
Kenê te nayê na, ken
Heke miletek bikene, ken e
Em çi qasî dişibin Tirkiyeyê Kekê Ahmet.

Te çawa qedeh hildida carê
Enîşka te pesartî kursî
-Berê min digot, pesartî ezmên-
Li ser pakêta çixareya te nivîs, resim
Resim: girtîgeh
Resim: bêrîkirin
Resim: ji demên berê
Û birûyeke te hildayî
Hezkirina te lezelez
Dostanîya te germegerm
Vêga ez didim ber bala xwe
Ew qedeh mîna dijûnekê ye di destê te de

Û çi ye Kekê Ahmet, eva em jê re dibêjin dem
Carê em pevre
Li îstasyonan digerîyan yeko yeko
Hingî bêhna Meletîyê ji îstasyonan dihat
Bêhna Nazilliyê
Û her ku li ber baranê şil dibû posta Edirneyê
Li ber barana hûrik a Stenbolê
Wekî ku te ji jineke esmer hez kiribe li te dihat
Laşê wê ji patîskaya ûtîkirî
Qirikdirêj
Birûdirêj

Û Kekê Ahmet
Wekî ku dûre dûre ji te re firingî û penîr hûr dikir
Sifra te radixist
Wekî ku destê xwe li avê bixe dida herka dilê te
Tu biketayî girtîhegê wê çixare ji te re bianîna
Wê ji te re zarok çêkirana
Û wê destên wan zarokên ku dinya biedilandana, binexşandana wekî tenteneyekê
Ew zarok wê mezin bibin
Ew zarok wê mezin bibin
Ew zarok…

Xwe li nezanînê daneyne Kekê Ahmet
Hêvîyê av bide
Hêvîsarîyê bihedinîne
Gotina min ew e ku
Trên wî çaxî dişibiyan tiştine tunebûyî
Halbûkî aniha ew qasî bikêrhatî ne ku
Hema bêje em bêxeyal dijîn
Zarok, jin, mêr
Trên heta bi dev tijî
Trên wekî trênên ku diçin enîya şêr
Karker
Rêwîyên Elmanyayê ne
Jin
Hinek rêwî, hinek bendewarên xerîbîyê
Di destê wan de bahol, tûrik
Qolonya, şûşekên avê, pakêt
Ew ku, hemû
Weke dareke dîl li deverên şaş şax dane
Ax Kekê Ahmet delalê min
Te dît
Aniha dişibin şûna bazarên belavbûyî îstasyon
Û şûna bazareke belavbûyî ye memleket
Xemgînî jî ji dilê min nayê
Were jî
Ne wisa her car
Weke mûzîka cazê tê û diçe xemgînî
Ew çend bi lez
Ew çend kurt
Hema ew qas.

Kekê Ahmet delalê min, çima xwîn tê ji desmalekê
Ne diran, ne neynûk, çima xwîn tê ji desmalekê
Dengê xwînê tê ji desmala min.

*Wergêr: Brahîm Ronîzêr
*Bi destûra wergêrî ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê