A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ece Ayhan - Stranên Mirinê Yên Zarokan
82 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ece Ayhan - Stranên Mirinê Yên Zarokan

I
rojekê tirêna bay banliyo jî
dê ji bîr bike helbet lîstikên tevşê
nolî jibîrkirina azanê ya şekirê dîkî

II
behran gemarî dike niha
dengê hevalên min î xeniqandî
rabûne ser piya

III
îro yekşem e
bavê min çûye sendîkayê
û rûyê erdê tarî ye

IV
êdî di çavên min re nekeve
mam serdavên sawdar
selanîk niha
zaf li dûra maye.

Ji Tirkî: Rêdûr Dîjle
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?