A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ece Ayhan - Kantoya Galatayê
129 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ece Ayhan - Kantoya Galatayê

"Bo Uner Bîrkan"

hîç li çînê xwehek min nebû
hîç dikaneke min î çîçekan jî îvan Mîlînskî
sê şevên Galatayê li kerxaneya Cenevîzê
li qonderêyên min î boyaxkirî li zilamtiya min î mezin nihêrî sekinî
diranên wê pêkve ruyê jineke zêrkildayî

baş e lê ev Tûlezer kî ye yahû?
min diye nediye li piya bîrayê vedixwe
ez dibêm dîsa sed kesî li qeyîkê tivandiye keçikokê
vaye tu dizanî dema ez bîrayê vexwim bacdayîn li zora min diçe embaz
hem bo çi dê wê otobêsa Gullu Agop î lewçe pereyê min bikêşe
naxwazim biçim malê em ê bazarê bikin li hemamê rakevin
biqeşite ji vir ûlan bo min qala dahata mîlî neke here ji wê bajo

Mubeccel Mubeccel ez, ez bim û qet ji te fêm nekim ha
tu Xwedê paqên xwe ji Galatayê ber bi behrê ve rade rade û
nezire qala birayên xweyî ku her duwazdeh jî dîn in bike Mubeccel
vebêje bê di dilên kê de nolî Qiz Qûlesiyê bizmarên grevê hene
kî xûzî serdavên vala bûne ha diqîre ha diqîre
tu bi min nekedire çavên min li çînê ne reviyane baxçeyê çîçekan
hîç li çînê xwehek min nebûye hîç dikaneke min î çîçekan çênebûye
bi şev dema li Galatayê em dikeniyan paqên me dirêjbûne em êdî hoyî mirinê bûn
ya ez ê bibêm ev e îvan Mîlînskî: me bo mirinê kerî kirin şev dema em dikeniyan li Galatayê.

27 Temmûz 57
Ji Tirkî: Rêdûr Dîjle
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?