A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ece Ayhan - Bel Kanto: Meşrûtiyeta Duyem
122 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ece Ayhan - Bel Kanto: Meşrûtiyeta Duyem

Di memikên xwe de rojeke xurmexurm vedişêre tu dibehecî
tê li deriyên xweyî sulfurî tariyê dike tara bêjingê
bi şêniyên xweyî bêaraq ji şêniyên me bi meşrûtiyetan Qatir Cemîleyek

û çi bû nizam lê dawiyê jî Qanlî Nîgarek
bi behrên kevn î tirkî yên tûxreya wan xiritiye bar kir
û roja sêşemê zarokên wê nehatine mektebê
ew jinên pespaye hemû cil ranexistine baxçeyan
greva karkerên tramvaya ewilîn li qalipçî ne Meşrûtiyeteke duyem.

Ji Tirkî: Rêdûr Dîjle