A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulrehman Efîf - Sed Kiras
151 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulrehman Efîf - Sed Kiras

çawa xwe qenc veşêrim di peyvan de
Da tu min bibînî?
çawa bêdengîya xwe vêxînim, weke ku di devê min de birîndarek be?
çawa derbasî pelên xewê bibim, da te bikim xewa xwe?
çawa bimeşim û di hemêza min de gul?
Da ku tu min biçinî bi destên xwe!
çawa xwe bikujim di navên te de
da her tu binivîsî min?
çawa te bibînim di eynikekê de ku di laşê min de
şikestî be?
Tu sed destên spehî yî, sed kirasî tu, sed bayê ku hinekî
Kiras hildidin.

ji dîwana "Ringîniya berbangê li ser erdê"
Ji Erebî: Zîn Emîn