A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulrehman Efîf - Firehgermeziman
155 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulrehman Efîf - Firehgermeziman

Qazên bejî dipeyivin, ji min re dibêjin:
Tu çawa yî lawiko?
Ez we nas nakim, hûn kî ne?
Em av in,
dar in,
berf in!
Ez tê negihiştim...
Rojê carekê,
deriyê zindanê ji te re vekiriyî ye,
tu dikarî derkevî bajêr
û ji xwe re çend pîran bibînî!
Ma ezê çi bikim ji pîran,
pîr nayên xwarin,
ez birçî me!
Dilê min dibije piyalekee sîr û piçeke sêranî.
Ev sê meh in ku devê min bi sêraniyê nebûye.
çend helbestên min bi min re ne.
Wisa ji qazan re dibêjim..
Ma em ê çi bikin ji helbestên te?
Em li esmanekî fireh û gerim digerin!
Helbestên xwe ji wan
Kesên ku bi te re di zindanê de ne bixwîne!
Ew ji helbestên min fam nakin.
Hevalên min dibêjin:
Helbestên te wekû girara tisî ne... nayên xwarin!
Ma ev tist rast e?
Ez nizanim, belku rest be,
hevalên min di zindanê de, wek min birçî ne...
Dema di yên wekû we xwesik de diramin,
di gostê we yê birastî de,
di sînga we ya birastî de diramin,
neku di baskên we
yên ku di esman de mîna xewnekê difirin,
neku di bangkirina we ya kesk de,
neku di sînronahiya henekên we de.
Ha ha, wisa ye..
lê em bilind in
û destên hevalên te nagihêjin me,
herweha ew di zindanê de ne jî!!
Erê rast e, ez û helbestên xwe jî li jêr in,
em bi tenê ne...
Ne xem e lawiko... bêhna xwe fireh bike!
Tako baskên helbestên te xurt bibin
û hûn bi hev re
Ber bi jor ve,
ber bi me ve,
ber bi firehgermeziman ve
bilind bibin…