A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Xoşim Dewêy (Ji Te Hez Dikim)
704 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Xoşim Dewêy (Ji Te Hez Dikim)

Xatûnekem!
Bîstûte asman çend dûre?
Min barteqay dûrî asman
Xoşim dewêy!
Bîstûte derya çend qûle?
Be qed qûlî gişt deryakan
Xoşim dewêy!

Giyanekem, to nûsrawêkî
Dêrrit be qed talî perçem
Min çiwar sale detxwênimewe
çend balî bîrim lêk dedem
Ne têr debim, ne têt degem

Zor detirsim
Le naw dêrrî şiîrekanma şar bitnasê
Kamîrey çawî mergewer
Wênet bigrê û hellîwasê
Zor detirsim
Ger bitnasin, pencekanim hellwerênin
şabiskî toş bisûtênin

Belam hêşta min derbest nîm
Herçîm dîwe
Herçîm bo çawit nûsîwe
Nayşarimewe!
Ta çok bida le derûnta dêwî guman
Ta gewre û biçûk bizanin
Xoşim dewêy ....
Xoşim dewêy sed barteqay dûrî asman.

Kurmancî:
Xatûna min !
te bihîstiye ku esman çend dûr e?
Ez bi qasî dûriya esman
ji te hez dikim!
Te bihîstiye ku derya çend kûr e?
Bi temetî tev deryayan
ji te hez dikim!

Cana min, tu nivîsek î,
rêzikên te bi qasî davên porê te dirêj in
û çar sal in ku te dixwînim,
baskên hiş û bîrên min dilivînî,
ne ji te têr dibim, ne di te digihim.

Pir ditirsim
ku di nav rêzikên helbestên min de xelk te binase,
kamerayên çavên bikuj
wêneyên te bigirin û daliqînin.
Gelek ditirsim
ku ger te binasin, dê tiliyên min jê kin,
şahbiskên te jî bişewtinîn.
Lê niha guh nadimê:
min çi dîtibe,
çi ji çavên te re nivîsîbe,
venaşêrim!
Ta ku çok bide di dilê te de dêwê gumanan,
ta ku biçûk û mezin bizanin:
ji te hez dikim,
ji te hez dikim sed car bi qasî dûriya esmanan!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê