A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Xewn
154 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Xewn

Xewim nayê,
detirsim birrom winit kem.
Xewim nayê.
Rojanman - ewaney mawin -
be pencey dest dejmêrdirên,
çend dillope şewnimêkî ber hetawin.
Detirsim birrom winit kem.
Xewim nayê.“ -
Binû giyane.
Bîr le deryayêk bikewe
ke hêndey çawî xot meng bê,
bîr le esmanêk bikewe
hêndey janî min bêdeng bê.
Xem mexo.
Hêmin be.
Binû
diwênî xewnêkî xoşim dî,
le xewnma:
Mirov hezar destî hebû
her destêkîş,
wek dirextêk,
hezaran pencey girtibû!

birrom: biçim. winit kem: te winda bikim. pence: tilî. binû: bixewe; razê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê