A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Şew Raşika (şev Daket)
156 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Şew Raşika (şev Daket)

şew raşika
ejnom şil bû
Mang be taqî asmanewe hellpiruçka
Dergeketim lê bikewe
Emşew hatûm
Bo çinînî
çepke nêrigzêkî çawit
Bo wiçanê
Bo xewnê, toze giryanê
Leser hewrî qijî xawit

Emşew hatûm
Tirûskayî şarî yadgar bangî kirdûm
Legell sîmay minallîma
Legell xemî şorrebîma
Hatûm, nagerrêmewe
Ya pêt degem
Ya wek momêk
Desutêm û detwêmewe

Dergeketim lê bikewe
Her dilldarekey caranim
Her kêllgekey ber dergetim
Her tênwekey ber kirrêwe û ba û baranim

Dergeketm lê bikewe
Min ew kesem
Ta dwênê bû
Le naw geruwî runakîda detşardmewe
Le naw camî metirsîda detxwardmewe
Kat le jêr ballî asman
Xerîke bawêşik deda
şwên qelerreşêkî kipe
Dergeketim lê bikewe
şitêk niye şîrîntir bê
Le xişpey pê û çirpey çipe

Dergeketim lê bikewe
Kift û mandûy rêgay dûrim
Weku caran kemêk lelat demênmewe û radebûrim

şew raşika
Ejnom şil bû
Mang be taqî asmanewe hellpirrûka
Dergeketim lê bikewe
Dar û berdî ber dergetan hatine tika

Kurmancî:
şev daket,
çokên min qerimîn,
heyv bi banê esman ve betilî.
Deriyê xwe li min veke!
îşev hatime
çinîna
gurzeke nêrgizên çavên te,
bo hinek bêhnvedanê,
bo xewnekê, bo piçek girînê
li ser ewrê keziyên xav ên te.

îşev hatime...
çirîskên bajarê bîranînan bang kirime.
Li gel sîmayê min yê zarokane,
bi biyên xwe yên şor ve,
hatime û venagerim.
Yan ezê bigihim te
yan jî mîna mûmekê
bişewitim û bihelim.

Deriyê xwe li min veke!
Heman dildarê berê me,
eynî toza ber deriyê te me,
her tiyê li ber pûka berfê,
ba bahozê me!

Deriyê xwe li min veke!
Heman kes im
ku ta duh jî
te ji ronahiyê diniximand
û li ber siya gefan dixwand.

Deriyê xwe li min veke!
Qerimî û kerixiyê rêyeke dûr im.
Weke berê, ezê piçekê li bal te bim
û dîsa biborim!

şev daket,
çokên min qerimîn,
heyv bi banê esman ve betilî.
Deriyê xwe li min veke!
Her dar û kevir ji tika dike!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê