A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Serbazî Win
347 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Serbazî Win

Soranî:
serbazî win
eger sibey wefdêk bête wllatî min,
lêm bipirsê:
kwanê gorrî serbazî win?

dellêm:
gewrem!
le kenarî her cogeyê,
leser sekoy her mizgewtê,
le berdergey
her mallê, her killêseyê, her eşkewtê,
leser gaberdî her şaxê,
leser drextî her baxê,

lem willate:
leser her biste zemînê,
lejêr her geze asmanê,
metirse! kemêk ser daxe û

tacegullîneket danê!

Kurmancî:
dema şandeyeke biyanî tê welatekî,
tacgulekê dibin ser gora
şervanê winda.
ger sibê
şandeyeke biyanî were welatê min
û ji min bipirse: ka gora
şervanê winda?
ezê bibêjim: ezbenî,
li berava her coyê
li ser doşkê her mizgeftê
li ber deriyê her dêrê
her şikeftê,
li ser kevirê zinarê her çiyayî
li çiqê her dara daristanê
li kurdistanê
li her bosta axê
li her geza esman...
xem nake, piçekî xwe bitewîne
û tacgula xwe lê deyne.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê