A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Sedan Sale
751 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Sedan Sale

Sedan sale
Le wêrane malî xom da
Kitke korey goşey metbeqî Sultanim

Sedan sale
Hewş û berey xom wala ye û
Le ber dergey dizanî xom pasewanim.

Sedan sale
Rojêk debim
Be meyterî walî Bexda
Rojêk le Taran kutalim
Rojêk lîfkem
Piştî jinî Sultan deşom,
Rojêk geskim şam demalim!

Sedan sale
Weku çengêk dane wêle,
Aşî mêjû firrêy dawim.
Her çiwar dewrem şaroçke ye û
Mêrûle demyan tê nawim.

Sedan sale
Kase serim minare ye
Kê bê, dengî tiya hel debrê.

Sedan sale
Nîştimanim nêrgle ye,
Kê bê, be demyewey degrê.

Sedan sale
Le ber dergey tekyey cîhan
Cutêk soley pîne pînem,
Kê le pêm ka bo ew deşêm,

Sedan sale
Diwa tilîşêk firrê dedrêm.
Sedan sale
Diway pîneyek le pê dekrêm.

Min piştêkî birîndarim,
Le qamçî xom raperîwim.
Min lafawêkî lasarim,
Lew kenarane helsawim
Ke tengyan pê helçinîwim.
Nanîşmewe.... Nanûmewe....
Bê aramim..
Aramî min çirayek bû
Reşebay dewrim xwênî rişt.
Bê bezeyîm...
Bezeyî min zeryayek bû
Binyan pêwe na û helyanmişt.
Nanîşmewe.... Nanûmewe....

Ke min dan bim, kwa derfet?
Ya min, ya mêrû.
Ke min xwên bim, kwa derfet?
Ya min, ya zêrû.
Qehpen ewaney pêm dellên:
Dan û mêrû biray yekin.
Qehpen ewaney pêm dellên:
Xwên û zêrû biray yekin.
Qehpen ewaney pêm dellên:
Masî û çengal,
Mişk û cewal,
Dest û çizû biray yekin.
Qehpen ewaney pêm dellên:
Pet û gerden,
Gwêzan û mû biray yekin.
Werin xelke!
Le nêçîr û zam bipirsin,
Billên, tuxwa,
Xencer heye zam tîmar ka?
Raçî heye nêçîr nexwa?
De xelke, le ka bipirsin,
Qet agirî sardî dîwe?
Le hêlaney mal bipirsin,
Be niyazî maç,
Qet mar demî tê jenîwe?!
De le dar berû bipirsin,
Tewrî dîwe dar birr nebê?
De le kerêkîş bipirsin,
Gurgî dîwe ker dirr nebê?!
Qehpen ewaney pêm dellên:
Marî şîrîn jarîş heye,
Qehpen ewaney pêm dellên:
Tewrî biray darîş heye.

Min piştêkî birîndarim,
Le qamçî xom raperîwim.
Min lafawêkî lasarim,
Lew kenarane helsawim
Ke tengyan pê helçinîwim.
Nanîşmewe.... Nanûmewe....
Bê aramim..
Aramî min çirayek bû
Reşebay dewrim xwênî rişt.
Bê bezeyîm...
Bezeyî min zeryayek bû
Binyan pêwe na û helyanmişt.

1981

Kurmancî:

Sedan sal e
Di mala xwe yî wêran de
Ez kitika kor a quncika midbexa siltan im

Sedan sal e
Hewş û ber hewşa min vala ye
Li ber deriyê dizên xwe pasewan im.

Sedan sal e
Weke çengek dan
Aşê dîrokê ez avêtime
Her çar aliyê min qulên gêrika ne û
Mûrî dev dane nava min

Sedan sal e
Kasaserê min minare ye
Kî bê û dengê xwe tê de hildide

Sedan sal e
Niştimana min nêrgele ye
Kî bê li devê xwe digire

Sedan sal e
Li ber derê tekiya dinê
Cotek solên pîne pîne me
Kî min li xwe dike ji bo wî me

Sedan sal e
Piştî terîşekê têm avêtin
Sedan sal e
Piştî pînekê min li xwe dikin

Ez pişteke birîndar im
Li ber qamçiyê xwe rabûme
Ez lehiyek bêxuy im
Li ber keviyan rabûme
Ku dor li min teng kirine
Nanişim... Ranazim...
Bê aram im
Aramiya min çirayek bû
Bareşê dora min xwîna wê rijand
Bê rehm im
Rehma min deryayek bû
Bi yek bêhnê vexwarin
Nanişim... Ranazim...

Ku ez dan bim, ka derfet?
An ez an mûrî!
Ku ez xwîn bim, ka derfet?
An ez an zîro!
Qehpe ne ewên dibêjin:
Danî û mûrî birayên hev in.
Qehpe ne ewên dibêjin:
Xwîn û zîro birayên hev in.
Qehpe ne ewên dibêjin
Masî û şewk
Mişk û kîs
Dest û derzîmar birayên hev in
Qehpe ne ewên dibêjin
Werîs û gerden
Dûzan û mû birayên hev in.
Werin xelkno!
Ji nêçîr û birînê bipirsin
Bêjin, tu bi Xwedêkî,
Xencerek heye birînê derman bike?
Nêçîrvanek heye, nêçîrê nexwe?
De xelkno, ji kayê bipirsin,
Bê qet agirê sar dîtiye?
Ji hêlîna qulingê bipirsin
Bi niyeta maçkirinê,
Qet mar devê xwe lê daye?!
De ji darberûyê bipirsin
Bivirek dîtiye darbir nebe?
De ji kerekê jî bipirsin
Gurek dîtiye ker neziriyabe?
Qehpe ne ewên dibêjin
Marî jehra şîrîn jî heye
Qehpe ne ewên dibêjin
Bivirî darê bira jî heye

Ez pişteke birîndar im
Li ber qamçiyê xwe rabûme
Ez lehiyek bêxuy im
Li ber keviyan rabûme
Ku dor li min teng kirine
Nanişim... Ranazim...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê