A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Mezad
163 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Mezad

Kê kirryar e?
Herçîm heye,
hemûy tallanfiroş dekem:
Kê kirryar e?
Dey, werine pêş!
Fermûn: Eme kalaney çaw,
birrbirrey pişt û kaseser,
kilawî Kerîm Xanî Zend,
şîr û zirrêy Selaheddîn,
mêjûy lingeuqûçî bêber,
yeke yeke
bendekanî peymanî morfînî Sîver,
dendekanî niyandirtallî
pîre eşkewtî şaneder!

kalaney çaw: palîkên çavî. birrbirrey pişt: karîteya piştê; stûnka piştê; derzika piştê.
kaseser: kiloxê serî; qoqê serî. killaw: kum. şîr: şûr. zirê: zirx. dende: masûlk; perasû;
zîperr; zeblek, pîreeşkewt: şikefta pîr; ew bi navê şikefta şanederê navdar e, ku tê de hestiyên mirovê Niyandirtalî dîtin.

2
Kê kirryar e?
Herçîm heye,
hemûy tallanfiroş dekem:
Suwallet û ateşkede,
dîwanseray şahekanman
be binçîne û binyadewe,
berdenûs û nexş û nîgar
be text û tacî Madewe …
Mezad … mezad …
herçîm heye, hemûy mezad …
be perçeyek perroy sade,
ke hellbikirê û bişnêtewe
li ser bistêk zewî azad!
Mezad … mezad …
herçîm heye … hemûy mezad!

suwallet: alavên kevn û qîmetdar. ateşkede: agirdank, li peristgeha Zerdeştiyan. binçîne û binyad: bingeh û esas. berdenûs: kevirên (berên) li ser nivîsandî. perro: paç. helbikirê: bê rakirin, bişnêtewe: bimilmile. bistêk: bihostek.
Sîver: di peymana Sewrê de çend bend hebûn ku behsa projeya dewleteke Kurdî dikirin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê