A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Hem Tom Xoş Dewê Hem Ewîş
269 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Hem Tom Xoş Dewê Hem Ewîş

Ke min tenya carêk bijîm:
Hem tom xoş dewê, hem ewîş.
Ke min tenya carêk bijîm:
Ne tîşkî roj detorênim,
ne tirîfey mangeşewîş.
Eger dû car jiyabam:
Xoşewîstim her to debûy, lemeyana.
Lewîtira, ewim dekird be taqane!
Belam çî bikem!
Ke min tenya carêk bijîm,
çarem niye:
Hem tom xoş dewê û hem ewîş.
Hem tîşkî roj deperistim,
hem tirîfey mangeşewîş!

Ferhengok: tom xoş dewê: ji te hez dikim. tirîfe: hêvtav. lemeyana: li vê jiyanê. lewîtira: li ya din. taqane: bitenê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê