A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Eger Hatî, Tenya Were
713 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Eger Hatî, Tenya Were

Eger hatî, tenya were
Ew barane pestim eka
Ke reşebay legela bê
Pest debim
Bew gulle genimey
Legel jenga penceyan têk helkêşa bê
Ey baranî sallî nehat
Eger hatî, tenya were
Bê reşeba û bêdeng were
Ey gulle genimî zêr kiftim
Eger hatî bê jeng were
Herwek le naw dilma tenyay
Serînekem bo dû kese
Dû kursî tamezrom heye
Dû piyalleşim heye bo çay

Eger hatî, bêdeng were
Ew hatine pestim eka
Ke giryanî legel da bê
Pest ebim bew çeme şêtey
legel berd da
Henaseyan têkell bû bê
Ey rûbarî bê kenarim
Eger hatî, hêmin were
Bê şepol û gêjeng were
Ey daristanî qij sewzim
Eger hatî, be dill were
Her wek le çawma be dill hey
Serînekem bo dû kese
Dû kursî tamezrom heye
Dû piyalleşim heye bo çay


Kurmancî:

Wê baranê min qels dike
Ku bahozê pê re heye
Qels dibim
Bi wê gulgenima
Ku bi jengê re tilîawêzan bûye
Ey barana sala nehat
Eger hatî, tenha were
Bê bahoz û bê deng were
Ey gulgenma zêrgonî
Eger hatî, bê jeng were
Weku di dilê min de tenha yî
Balgiyê min bo du kes in
Du kursiyên hesretî yên min hene
Û du îstîkanên min jî hene bo çayê

Eger hatî, bê deng were
Wê hatinê min qels dike
Ku girînê pê re heye
Qels dibim bi wê çemê dînikî
Ku bi kevirê re
behnawêzan bûye
Ey çemê bê kenarê min
Eger hatî, aram were
Bê pêl û bê jeng were
Ey daristana por kesk
Eger hatî, bi dil were
Weku di çavên min de bi dil heyî
Balgîyê min bo du kes in
Du kursiyên hesretî yên min hene
Û du îstîkanên min jî hene bo çayê

Ji Soranî: Qendîl Şeyxbizînî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê