A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Eger Emcare Bêmewe
164 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Eger Emcare Bêmewe

Eger emcare bêmewe:
beyaniyan;
wek berxoleyekî sawa,
le naw qersîlî parawa,
til dexom û giyayêkî tift têr têr decûm,
ta kift debim,
pê û belekim le şewnimî sard helldesûm!

Eger emcare bêmewe:
wek simore,
be darguêze berzekana helldegerrêm.
Wek pelle hewrêkî newî
ber ser kêllge sewzekana dexulêmewe.
Wek şengebî,
be ser çema,
be ser gişt zinarekanî
kenara
deçemêmewe.
Ax! Bes emcare bêmewe!

Eger emcare bêmewe:
Serenc dedem,
gulle genim çon zerd debê,
hernar û sêw çon pêdegen,
qetiyekan
hêlaneyan çon çêdeken!
Serenc dedem,
zerneqûte çon ball dergrê,
perresêlke koçerekan
le ser têlî karebay rê, çon rêz debin
cogelekan le kuêwe dên…
Bo kuê deçin!
Eger emcare bêmewe:
Le goy memkî her kaniyêk,
qume awêk dexomewe
giştyan dekem be daykî xom,
le her eşkewtêka,
şewêk,
ser be gaşe berdêk dekem
giştyan dekem be lankî xom!

Eger emcare bêmewe:
Zimanî girr dehênimewe -
bo lalekan
şaperrî girr dehênmewe -
bo firrinde bêballekan!
Eger emcare bêmewe:
nahêllim lawan gull biçinin
bo guldanî mirdûy ser mêz
fêryan dekem,
ke çûne jiwan,
le berokî kiçanî den
pêş ewey biyankene amêz!

Eger emcare bêmewe:
- Minallanî Moskoy çawşîn fêryan kirdûm -
bê şîrînî ser nakem be hîç mallêka,
zor colaney nerm û sade
bo minallan helldebestim,
le cejnî ledayk bûnyana
- ke niyane ! -
beşdar debim,
lebatî mom, dadegîrsênim engustim
girr berdedem le gilêney çawekanim,
le sawatirîn hellbestim!

Eger emcare bêmewe:
Her bêşkeyêkim bête rê,
beşêneyî,
beserya denûştêmewe.
Ax, minallan!
Ax, bes emcare bêmewe!

16. 5. 1975. Moskow

2
Ey daye giyan:
Le yadme, ke minall bûm
eşqî tamî tift û tall bûm -
Gillim dexward,
qurrim decû,
toş, zilleyekit lê dedam
hemût pê turr firrêdedam!
Ey daye giyan:
Ksta, gewrem û minll nîm
eşqî tamî tift û tall nîm.
Keçî, eger emcareşyan
rêm bikewêtewe Bêrkot,
lêşim bidey,
lêşim heram key şîrî xot,
min be teşiyekey minllî derrêsmewe -
dar, berd, gill, qurr,
çîm bête rê deylêsmewe!

17. 12. 1975. Moskow
Bêrkor: Gundêkî biçkolaney bin Hewlêre, cêy hatine dinyay şa´íre.
berxole: berx. qersîl: hişînahiya taybetî ya ku pez lê diçêre. paraw: avdar. til: gurz.
tilxwardinewe: tulquzîvedan. tift: nîv tal û nîv tûj. kift: westandin. belek: çîp. helldesûm:
şil dikim. berzekan: yên ku bilind. newî: nivî; nizm. dexullêmewe: dizîvirim; têm û diçim.
gulegenim: weşî. qeteyekan: ketî. zernequte: çêlikên çivîkan yên ku nû ji hêkan derketine.
perresêlke: dûvmeqesk. go: gumk; serê memikan. qume awêk: kulmeke av. gaşeberd:
zinar. ser mêz: ser masê. berok: yaqe; hembêz. engust: tilî ; bêçî. be şêneyî: hêdî.
denûştêmewe: xwe diçemînim. gill: ax. qurr: herrî; çamûr. zille: sîle. deylêsimewe:
dalêsim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê