A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Diwalaperrey Yadaştî Dilldarêk
85 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Diwalaperrey Yadaştî Dilldarêk

bellên bide,
ke tarîkîm bo rranaxey.
bellên bide,
ke şextebend nakey berpêm.
minîş bellênit pê dedem,
dan be rrabirdûma binêm:
pêş çawî to
le perdaxî wenewşeyyî
çawî tirm pêk helldawe.
pêş namey to
qijî gelêk namey tirm dahênawe.
pêş singî to,
zor singî tir
çepkegullî tezuwî sûryan bo çinîwim.
pêş jiwanî to, zor jiwanî tir rrêgey dûryan pê birrîwim.
* * *
şa`îrêk bûm,
geruwî wişikim
be diway qumêk awda wêll bû,
bo baranî her asmanêk nûştamewe
awî lêll bû.
* * *
ger detewê
xwênî demarî şî`irm bît,
dastanêk bît bê kotayî,
ger detewê
xoşewîstît bedwayda nêt
maçî sardî mallyawayî:

bellên bide asmanim bît.
bellên bide
henasem bît, sêberm bît, baranim bît.
takû minîş
şanoy konim cê bihêllـm,
demamkî rrûm firrê bidem,
dû ballî pirr xoşewîstîm
le geridnit girê bidem.

10.11.1971 - Kurdistan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê