A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Dêwere û Ker
329 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Dêwere û Ker

Dêwereyek be siwarî ker
Rêyekî dûrî girte ber

Neyhêlla ker bida bênê
Ta rêyan kewte bijwênê

Ker ke bînî wa lew nawe
Giyawgoll serî pêwenawe

Mîwanî gewrey siruşte
Ne xêw, ne barî le pişte!

Be zerrezerr, be'xarexar
Dinyay hemû kirde behar

Lepirr xawen kerî zorzan
Hestî kird wa lewdîw telan

Hera û horiya û dengedenge
îtir zanî karî lenge!

Gutî: “kere giyan, gwê gire
Ewe denge dengî rêgire!

Heta zuwe ba barit kem
"le rêgiran rizgarit kem

Ker daye qaqay pêkenîn...
Gutî: “qurban, hawrêy şîrîn!

Barekey min le xot bar ke
Heta zuwe xot rizgar ke.

Ke min ker bim, bareber bim
Kurtan le pişt, heşbeser bim

Ferqî çîye? derd her derde
Kerî to bim, ya hî cerde!"
Helbestên din ên Helbestvanî/ê