A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Aştî
1685 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Aştî

Takû çemêk nihênî xoy
be çemêkî tir bispêrê,
takû şaxêk le ber şaxêk dabêtewe,
tewir be dar… Girme be çirpey newêrê -
pêşniyazêkim heye bo Xwa…
Xwaye, tobe!
Pêşniyaz nakem!
Le berit deparrêmewe…
Deparrêmewe ta mirdin:
To wa bikey, nêrîş wek mê,
bikewête zawzê kirdin!

17. 10. 1995. Korso
tewir: tevir. girme: şirîqe. çirpe: pistepist. zawzê: zayîn; zaroanîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê