A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Goran - Xozgem Be Par
274 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Goran - Xozgem Be Par

Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!
Xozgem be par!
Xozgem be salî rabûrdû
Umrî kurtî dildarim bû
Le pirr hat û le nakaw çû
Yek: pirr be dinya arezû
Deryayek tase, eme dû
Cê mabûm le parî mirdû!
Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!

Xozgem be par!
Rojê nebû çawim be dîdar
şad nebê, nesrewê azar
Roj nebû yar be lencew lar
çeşnî askî herdey behar
Be berdemima neka guzar
Nempiyêkê nîw nîgay xumar!
Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!

Xozgem be par!
Her roje `îşweyek, nazê
Her xellwete çeşne razê
Lew tiwanc, le min niyazê
Bo maçê, nuqurçê, gazê
Her bezme dengê, awazê
Be çaw bînînî dilxwazê!
Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!

Xozgem be par!
Billên be yar bê nawçawê
Dîman le taw dûrî, tawê
Eyrişt le firmêsik lafawê
Axî hell ekêşa tawê
Be yadî bala lawlawê
çawreşê, egrîce xawê
Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!

Xozgem be par!
Pirsî kê? Billên damawê
Hêlaney dil lê şêwawê
Diwanze mang le yar birrawê
Diwanze mang bo yar giryawê
Be astem nûze tiya mawê
Eywit: "Nawnîşanî nawê"
Ezanê yar xoy, kam hejar, rojî sed car,
Eka hawar:"Xozgem be par, xozgem be par!"